Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê, derbarê xwenîşandanên taxa Xiwêranê ragihand ku hinek alî dixwazin bi hestên xelkê bilîzin û rê li ber serkeftina peymanên ewlehî û îdarî bigirin.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed diyar kir ku wan ji bo rêlibergirtina her cure dubendî û alozî, gelek civîn li gel kesayetiyên civakî yên Kurd û Ereb pêk anîne.
Ehmed piştrast kir ku dezgehên ewlehiyê bi temamî hevaheng in û bûn yek.
Nûredîn Ehmed derbarê tevlîbûna ciwanan a di nav xwenîşandanan jî, eşkere kir ku aliyên pişt xwenîşandanan hestên wan ciwanan bi kar anîne.
Parêzgarê Hisîçayê her wiha destnîşan kir ku ji bo parastina asayîş û aramiyê, hêzên ewlehiyê yên pêwîst li herêmê hatine bicihkirin.
Rûdaw: Birêz Parêzgarê Hisîçayê, ev çend car in li taxa Xiwêranê xwenîşandan tên lidarxistin. Çima bi taybetî taxa Xiwêranê? Gelo we hewl neda ku hûn li gel kesayetiyên wê taxê bicivin?
Nûredîn Ehmed: Destpêkê hûn bi xêr hatin, ser seran û ser çavan hatin. Di rastiyê de, derbarê van xwenîşandanên ku li seranserê parêzgeha Hisîçayê rû didin û ne tenê taybetî bi taxa Xiwêranê ne, ev demeke tê dîtin ku peymanek hatiye kirin lê çend alî û kesayetiyên wisa hene ku nexwestin ev peyman bi ser bikeve û biçe serî. Wan xwest ku bi hestên civakê bilîzin û bêyî ti sedeman kolanan bilivînin û wan teşwîq bikin.
Me ligel kesayetiyên diyar ên taxa Xiwêranê, her wiha ligel pêkhateya Erebî û ya Kurdî jî gelek hevdîtin kirin. Me got em rê li ber vê fitneyê bigirin. Hewldana ku doh ji bo bilindkirina alê hat kirin, me xwest em dilrehetiyê bidin ku peyman ketiye warê cîbicîkirinê û qonaxên xwe yên ewlehî, îdarî û leşkerî derbas dike. Me xwest em piştrast bikin da ku ti kes nikaribe bi vî awayî aramî û aramiya civaka me têk bide.
Rûdaw: Ew daxwaza vegera serweriya dewletê dikin, ma berê dewlet û hikûmet li wir nebûn?
Nûredîn Ehmed: Ev ne ya îro ye, ev çend meh in hemû kes dizane ku serweriya dewletê heye. Asayîşa giştî û hêzên ewlehiyê li gel hêzên hikûmetê bûn yek û bi hev re dixebitin. Di warê leşkerî û ewlehiyê de jî pêvajo didome. Dibe ku di dîrokê de çênebûbe ku dezgehên îstixbaratê bi vî awayî bibin yek lê ev qewimî.
Wekî min got, hinek kes hene ku her ji destpêka peymanê ve planên wan ên cuda ji bo Hisîçayê hebûn da ku peyman bi ser nekeve û alozî çêbibe. Wan 24 demjimêran hizir li wê dikir ka çawa hincetekê bibînin û hestên kolanan sor bikin. Îro jî mijara serweriya dewletê kiriye hincet. Tevî vê yekê jî xelk bi aramî hatûçûnê dike û hevdîtina bi kesayetan re gava herî girîng bû. Aloziyeke komkirî di nava wan de hebû, lewma derketina vê bertekê tiştekî asayî bû ji ber ku ji berê de kom bibû.
Rûdaw: Piraniya beşdaran ciwan û nûciwan bûn. Li gorî we, çima kesên ku îro daketin qadan bêtir ciwan û zarok bûn? Çima bi taybetî ew hatin bikaranîn?
Nûredîn Ehmed: Wekî min got, plan û bernameya wan hebû. Her ji destpêka peymanê ve hinek kes hebûn ku dixwest bi hestên xelkê û wan ciwanan bilîzin.
Rûdaw: Gelo hêzeke zêdetir a ewlehiyê ji bo navçeyê hat şandin?
Nûredîn Ehmed: Rast e, me zanî ku dê rewşeke bi vî rengî derkeve holê, lewma me amadekariya pêwîst kir. Wekî her herêm û parêzgeheke din dema ku pêwîst be em hêzên ewlehiyê zêde dikin da ku aramiya hemû pêkhateyan biparêzin. Me rê li ber derketina dubendiya di navbera Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan de girt.


