Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatine wergirtin, di pêwendiyê de bipêşketinên dawî yên herêmê hatin nirxandin.
Fîdan her wiha li gel Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedir Ebduladî û Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan jî bi rêya telefonê axivî.
Li ser hevdîtinan ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.



