Hewlêr (Rûdaw) - Li Kurdistanê û li seranserê cîhanê cara yekemîn akademîsyenekî bi dosyayeke seranser li ser ziman û wêjeya Kirmanckî (Zazakî), sernavê profesortiyê wergirt.
Mamosteyê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Îlyas Akman bû profesorê yekem ê Kirmackiyê.
Zaravayê Kirmackî ku li gorî raporên navneteweyî di bin xetereya windabûnê de ye, di qada akademîk de gaveke dîrokî avêt.
Akademîsyenê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Îlyas Akman, bi amadekirina dosyayeke taybet a li ser ziman û wêjeya Kirmackî, wek profesorê yekem ê vî zaravayî hat pejirandin.
Profesor Îlyas Akman bû mêvanê Rûdawê û derbarê pêvajoya profesoriyê, xebatên li zanîngehê û gavên ku divê ji bo rizgarkirina Kirmackî bên avêtin, pirsên Rawîn Stêrk bersivandin.
"Cara yekem e ku dosyayeke seranser li ser Kirmackî hat amadekirin"
Prof. Îlyas Akman diyar kir ku wî ji bo serlêdana doçentî û profesortiyê dosyayeke temamî li ser ziman û wêjeya Kirmackî amade kiriye û wiha got:
"Li Tirkiyeyê cara yekem e ku akademîsyenekî dosyaya xwe bi temamî li ser ziman û wêjeya Kirmackî amade kir û ji bo doçentî û profesoriyê serlêdan kir.
Di dosyaya min de hemû gotar û xebatên min tenê li ser ziman û wêjeya Kirmackî bûn. Serlêdana min bi encameke erênî bi dawî bû û ez bûm profesorê yekem ê Kirmackiyê."
Li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê xebatên master û doktorayê berdewam dikin
Akman bal kişand ser xebatên ku li beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê tên kirin û destnîşan kir ku nifşekî akademîk gihîştiye.
Akman li ser planên zanîngehê yên ji bo paşeroja Kirmackiyê agahiyên wiha parve kirin:
"Li zanîngeha me, ji bo Kirmackî bi taybetî bernameyên me yên master û doktorayê pir baş dixebitin.
Her sal nêzîkî 20 kontenjanên masterê yên bê tez, 10 kontenjanên bi tez û 5 kontenjanên doktorayê tên vekirin.
Xwendekarên me tezên xwe li ser ziman, wêje û muzîka Kirmackî dinivîsin. Ev xebatên zanistî pir giranbiha ne.
Her wiha qursên me yên zimanê Kurdî (hem Kurmancî hem Kirmackî) bi awayê rûbirû û serhêl berdewam dikin da ku her kes karibe Kirmackî hîn bibe."
"Divê di navbera Kurmancî û Kirmackiyê de wekhevî hebe"
Li ser pirsa "Ji bo ku Kirmackî ji xetereyê rizgar bibe divê saziyên Kurdan çi bikin?" Profesor Îlyas Akman bangî partî, komele û saziyên sivîl kir û bal kişand ser giringiya wekheviyê:
"Gelek mirov dibêjin qey hejmara Kurmancan zêde ye û ya Zazayan kêm e loma jî divê xebatên ji bo Kirmackî kêm bibin.
Ev nêzîkatî û têgihîştin çewt e. Di pergala demokrasiyê de behsa mafên zimanan tê kirin. Ji ber vê yekê, divê em di her qadê de mafên wekhev bidin Kirmackî û Kurmancî.
Mînak, wekî ku kanalên televîzyonê yên taybet bi Kurmancî hene, divê kanaleke taybet a televîzyonê û radyoyê ya bi Kirmackî jî hebe.
Di medyaya dîjîtal de jî divê li ser Kirmackî xebatên berfireh bên kirin. Her tiştê ku ji bo Kurmancî tê kirin, divê wekheviya wê ji bo Kirmackî jî hebe."
Akman di dawiya axaftina xwe de bangî weqf û komeleyên çandî kir ku di xebatên xwe yên ziman, huner û muzîkê de cîh bidin Kirmackiyê û piştgiriyê bidin vî gelî.


