Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Ruhanî yê Ermeniyên Katolîk ên Cîhanê Rafael Bedros Minasyan bi şandeyeke rêberên katolîk ên Ermenî re çû Mêrdîn û Amedê.
Bi vê serdanê re, piştî 120 salan cara yekem e ku yekî bi vê payeya bilind ê ruhanî yê Ermeniyan serdana Bakurê Kurdistanê dike û li vir ayînan bi rê ve dibe.
Ayîna li Dêra Surp Gragosê
Şandeya navdar li Amedê serdana Dêra Surp Gragosê kir. Di vê dêra dîrokî de ayîneke ji aliyê Rafael Bedros Minasyan ve hat lidarxistin.
Minasyan ku bi eslê xwe ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye, destnîşan kir ku ew ji ber vê serdanê gelekî kêfxweş e.
Gotinên Rêberê Ruhanî Rafael Bedros Minasyan
Rafael Bedros Minasyan li ser serdana xwe wiha got: "Cara yekem e ku ez têm serdana vê axê. Ev ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.
Bîranineke xweş e. Serdana me ya ji bo cih û warên bav û kalan û cihên me yên pîroz, ji bo me gelek girîng e. Pir kêfa min hat, pir kêfxweş bûm."
Beşdariya Vartan Kazanciyan û Antrenîk Avazyan
Di nava şandeyê de Patrîkê Katolîkên Ermenî yê Tirkiyeyê Vartan Kazanciyan jî cih girt. Kazanciyan got:
"Ev rêwîtî rêwîtiyeke hecê bû. Payeya wî li Beyrûdê ye. Birêz Patrîk nêzîkî 120 salan e ku wekî payeya patrîkiya katolîk a Ermeniyan serdana Mêrdînê û Amedê dike."
Her wiha ji Rojavayê Kurdistanê, ji Qamişloyê jî Metropolîtê Katolîkên Ermenî yê Rojavayê Kurdistanê Antrenîk Avazyan tevlî şandeyê bû.
Nêrînên Antrenîk Avazyan ên li ser Amedê
Antrenîk Avazyan pêwendîdarî bajarê Amedê got: "Bi rastî min dizanibû Amed bajarekî rengîn e û çandên cuda tê de hene lê min nizanibû ew qas dewlemend e û di nav aştiyê de dijîn.
Ji min dipirsin te Amed çawa dît? Min gelek jê hez kir, cihê aştiyê ye. Hêvîdar im her tim aram bin û di nava aştiyê de bijîn."
Rêwîtiya ber bi Stenbolê ve
Tê çaverêkirin ku şandeya rêberên ruhanî yên Ermeniyan piştî bidawîbûna bernameya xwe ya li Bakurê Kurdistanê, berê xwe bide Stenbolê û li wir jî hevdîtin û serdanên xwe bidomîne.



