Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î bersiv da Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî.
PDK-Îyê diyar kir ku partiya wan û gelê Kurd qurbaniyên siyaseta "terora siyasî û zordariyê" ya Komara Îslamî ne.
Navenda Kargêriyê ya Partiya (Hizba) Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î)daxuyaniyek belav kir.
Ev daxuyanî wekî bersivek bû ji bo axaftinên Feramerz Esedî ku di hevpeyvîneke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de partiyên Rojhilatê Kurdistanê wekî "komên terorîst û têkder" bi nav kiribûn.
"Partiya Demokrat qurbaniya terora siyasî ye"
Di daxuyaniya PDK-Îyê de hat gotin:
"Tiştê ku di dîroka çend dehsalên borî de qewimiye nîşan dide ku Partiya Demokrat û rêberên wê ji ber Komara Îslamî bûne qurbaniyên siyaseta terora siyasî û zordariyê.
Her wiha zordariya li ser xelkê Kurdistanê, kuştin û girtina çalakvanên siyasî û sivîl û hewldanên bêdengkirina dengê nerazîbûnê yê di civaka Kurdistanê de parçeyek ji dîroka reftara Komara Îslamî ya li hemberî Kurdistanê ne."
PDK-Îyê her wiha destnîşan kir ku divê Komara Îslamî bizanibe ku têkoşîna mafxwazane ya Kurdan a li Îranê bi teror, zordarî û mûşekbarankirinê bi dawî nabe û ji bo kêliyekê jî ranaweste.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin:
"Di dawiyê de divê rejîm li hemberî dîroka zordarî û terora xwe ya siyasî ya li hemberî tevgera Kurd û neyarên siyasî yên li Îranê bersivê bide.
Bê guman çarenivîs û paşeroja rejîmeke ku bi siyaseta terorê ewlehiya Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye rehîne, tenê hilweşîn û herifîn e."
Feramerz Esedî çi gotibû?
Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî 8ê vê mehê di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê qala mijara bombebaranan û rewşa partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê kiribû.
Esedî diyar kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê tenê du armanc hene ku ew jî berjewendiyên Amerîkayê û "komên cudaxwaz ên li dijî şoreşê" ne.
Konsulê Giştî yê Îranê her wiha îdîa kiribû ku piştî şer û peymanan jî endamên Partiya Demokrat "çûne nava axa Îranê û pêşnimêjekî înê û mamosteyek kuştiye."
Feramerz Esedî eşkere kiribû ku ew bi rêya hikûmeta Îraqê, Herêma Kurdistanê û polîsê Înterpolê dixwazin li dijî berpirsên van partiyan rêkarên yasayî bên girtin.
Esedî ew baregeh û kampên ku tên armancgirtin li şûna xelkê sivîl wekî "baregehên leşkerî yên komên dijî şoreşê" bi nav kiribûn û ew bi hevahengî û têkiliyên li gel Îsraîlê yên li dijî navendên ewlehiyê yên Îranê tohmetbar kiribûn.



