Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ragihand ku mafên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine dayîn gaveke dîrokî neî
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren li ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û entegrasyonê ji Rûdawê re axivî.
Serhat Eren di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî sed salan hebûna Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê bi fermî hatiye pejirandin.
Eren anî zimên ku Kurd êdî bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin.
Wî destnîşan kir ku Kurd di nav birêvebirî û hikûmetê de jî xwedî rol in.
"Hewl didin pêvajoyê têk bidin"
Eren bal kişand ser metirsiyên li ser van bipêşketinan.
Wî da zanîn ku gelek hêz bi rêya planên cuda hewl didin pêvajoya entegrasyonê têk bidin û destkeftiyên Kurdan ji holê rakin.
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir ku dayîna wan mafan têrê nake.
Lê wî diyar kir ku tevî wê yekê jî, ew maf li beramberî sedsala borî gaveke gelekî girîng û biqîmet in.
"Dê 50 milyon Kurd piştgiriyê bidin Rojava"
Parlamenterê Kurd destnîşan kir ku pêwîst e her kes rastiyekê bizanibe û got:
"Eger Rojava bikeve ber her xeterê dê 50 milyon Kurdên li seranserî cîhanê bibin yek deng û piştgiriyê bidin Rojava."


