Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku derfetên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji nakokiyên wan zêdetir in.
Sûdanî diyar kir ku yek ji çareseriyan derxistina çend yasayan e, bi taybetî jî yasaya petrol û gazê.
Serokwezîrê berê yê Îraqê her wiha eşkere kir ku komîteyeke çar kesî ya Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê bi koman re li ser protokolekê li hev kiriye.
Yek ji xalên vê protokolê jî derxistina wan yasayan e yên ku girêdayî Heşdî Şebiyê ne.
Sûdanî da zanîn ku ji bo parastina aramiyê zêdetirî milyonek şervan û radarên bipêşketî yên Îraqê hene û got, "Îraq li herêmê lîstikvan e, ne temaşevan e."
Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Bipêşketinê û Serokwezîrê berê yê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di panêleke Foruma MERIyê de axivî.
"Derfetên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zêde ne"
Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir ku wan di serdema hikûmeta xwe de ji bo rêkxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de gavên erênî avêtine.
Sûdanî di navbera salên 2022 û 2026an de Serokwezîrê Îraqê bû.
Wî bi bîr xist ku hin pirsgirêk ji bo her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û federal mabûn û ew nebûbûn sedema wan, yek ji wan jî dosyeya şirketên petrolê ye ku vedigere sala 2007an.
Di serdema desthilata Mihemed Şiya Sûdanî de peymana hinartina petrolê û bicihkirina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê hatibû îmzekirin.
Sûdanî diyar kir ku di pirsa mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de wan berê xwe da bicihanîna biryara Dadgeha Bilind a Federal.
Lê belê bicihanîna vê biryarê wiha kir ku hikûmeta federal yasaya budceyê derbas bike ku tê de pêbendbûna bi xerciya rasteqîn dihat xwestin.
Yek ji têbiniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser yasaya budceya giştî ya Îraqê ew bû ku para wê ji xerciya rasteqîn were cudakirin, ji ber ku ev yek para herêmê ji qebareya giştî ya budceyê kêmtir dike.
Serokwezîrê berê yê Îraqê anî zimên ku derfetên li ber Hewlêr û Bexdayê, ji wan nakokiyan gelekî mezintir in ên ku zêdetirî du dehsalan e didomin.
Sûdanî tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê pêwîst e çend yasa derkevin; wekî yasaya petrol û gazê, Dadgeha Federal, Encumena Federal û deriyên sînorî ku di nav Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de peyman li ser wan hatiye kirin.
"Milyonek şervan û radarên bihêz hene"
Mihemed Şiya Sûdanî destnîşan kir ku Îraq di qonaxeke "gelekî hestiyar" re derbas dibe.
Bi gotina wî, bidawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî nayê wateya qutkirina pêwendiyan û dezgehên ewlehiyê gihîştine wê astê ku aramiyê biparêzin.
Serokwezîrê berê yê Îraqê got:
"Di nav hêzên ewlehiyê de milyonek şervanên me hene. Pergalên me yên pêşketî yên radarê yên bo keşfkirina bilind û nizm hene ku aîdî şirketa Thalesê ya Fransî ne.
Di warê parastina asmanî de kêmasiyên me hebûn û me li gorî hin girêbestan ew çareser kirin."
30yê Îlonê erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Îraqê bi dawî bû û hêzên wan vekişiyan, Bexdayê ev roj wekî "Roja Serweriyê" bi nav kir.
Sûdanî eşkere kir ku metirsiya DAIŞê li ser dewletê nemaye lê dibe ku xeterên din hebin, wekî bazirganiya madeyên hişbir.
Sûdanî got ku Îraq lîstikvanê herêmê ye û wiha pê de çû, "Kesî texmîn nedikir ku Îraq ji nav van hemû guherînan bi silametî derkeve."
Protokolek ji bo çareserkirina çekan
Mihemed Şiya Sûdanî got ku nabe Îraq bibe qada diyarkirina nakokiyan û divê biryara şer û aştiyê di destê dewletê û saziyên wê yên destûrî de be.
Komên çekdar ên nêzîkî Îranê danîna çekan bi vekişîna Hevpeymanan ve girê dabû û biryar e çarenivîsa van çekan li gorî planekê were yekalîkirin.
Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Bipêşketinê da zanîn ku çareserkirina vê pirsê ji aliyê destûrî ve zelal e û xwedî xişteyekê ye:
"Komîteyeke çar kesî ya Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê nêrînên aliyan nêzîkî hev kirin.
Di encamê de protokolek hat amadekirin û li ser hat lihevkirin.
Hikûmet planeke hûrgilî amade dike ku heta nîveka sala 2027an didome.
Di vê protokolê de derxistina yasayên girêdayî Heşdî Şebiyê jî heye ku ji parlamentoyê re hatiye şandin."
Mihemed Şiya Sûdanî li gel Nûrî Malikî, Hadî Amîrî û Qeys Xezelî di nav wê komîteya çar kesî de bû ku li ser çareserkirina pirsa çekan dixebitî.
Sûdanî her wiha got ku erka dewletê ye rê li ber her tevgereke leşkerî ya ji axa Îraqê ber bi welatên cîran ve bigire û di serdema hikûmeta xwe de wan gelek hewldanên wiha pûç kirine.
"Rêya Bipêşketinê bi Îranê ve jî tê girêdan"
Mihemed Şiya Sûdanî li ser Projeya Rêya Bipêşketinê jî axivî û ragihand ku ev projeyeke Îraqî ye, lê wan xwestiye welatên herêmê jî tevlî bibin û peymaneke çaralî bi Tirkiye, Qeter û Îmaratê re îmze kirine.
Dirêjiya Projeya Rêya Bipêşketinê hezar û 200 kîlometre ye.
Proje ji xetên veguhastina kel û pelan, rêwiyan, rêhesin û rêya bejahî pêk tê ku ji Bendera Fawê ya li Besreyê dest pê dike heta bi Tirkiyeyê diçe.
Serokwezîrê berê yê Îraqê eşkere kir ku di navbera Îraq û Îranê de jî çend proje hene, yek ji wan girêdana xeta trênê ya ji bo veguhastina rêwiyan e û di qonaxa bê de dê ev xet bi Rêya Bipêşketinê ve jî were girêdan.



