Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî qebûl kir.
Di civînê de bipêşketinên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê "piştgiriya xwe ya ji bo mafên Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê" anî zimên.
"Divê mafên Kurdan û pêkhateyan parastî bin"
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, rewşa giştî ya Sûriyeyê, rewşa Kurdên li wî welatî û bipêşketinên dawî yên herêmê hatin nirxandin.
Her du aliyan jî tekezî li ser girîngiya parastina aramî û ewlêhiyê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî gotiye, "Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Sûriyeyeke aram û ewle ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyan tê de parastî bin."
Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişand ser girîngiya bipêşxistina pêwendî û hevkariya Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Sûriyeyê re.
Spasiya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di hevdîtinê de Mezlûm Ebdî jî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Mezlûm Ebdî "ji ber helwest û piştgiriya wî ya berdewam a ji bo mafên Kurdan û hewldanên wî yên ji bo aştî û seqamgîriyê" pesnê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye û minetdariya xwe nîşan daye.


.jpg&w=3840&q=75)