Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Foruma MERIyê de axivî û got ku ew di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurdan de bi biryar in û wiha got, "Em dê pêvajoya çareseriyê bi ser bixînin."
Bakirhan spasiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û destnîşan kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê bi biryar in.
Tuncer Bakirhan bal kişand ser giringiya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurdan û berdewam kir:
"Em ji ser masa muzakereyê ranabin, ji ber ku berjewendiya me di vê yekê de ye. Em dê pêvajoya çareseriyê bi ser bixînin.
Em baweriyê bi xwe, bi şoreşgeran û bi gelê xwe yê ku mil bi mil bi me re dimeşe tînin."
"Ji bo çareserkirina pirsgirêka sedsalî hinekî sebir divê"
Bakirhan amaje bi kûrahiya dîrokî ya pirsgirêkê kir û wiha qala rola Parlamentoya Tirkiyeyê kir:
"Çareserkirina pirsgirêkeke sedsalî di nav çend mehan de gelek zehmet e, divê mirov hinekî sebir bike.
Kurd ev sed sal in li pey demokrasiyê ne. Sedsal e cara yekem e ku Parlamentoya Tirkiyeyê got ' pirsgirêkeke Kurdan jî heye û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêdiviya me bi yasayeke çarçoveyê heye' û cara yekem yasayeke çarçoveyê derxist.
Ji bo cîbicîkirina vê yasayê em dê zêdetir têbikoşin. Paşeroja Kurdan li ser maseyê ye, di diyalog û demokrasiyê de ye."
Hevserokê DEM Partiyê her wiha diyar kir ku eger Tirkiye aştiya xwe ava bike, Herêma Kurdistanê dê zêdetir di ewlehiyê de be û ev aştî dê bandoreke erênî li ser projeya Rêya Bipêşketinê ya Îraqê jî bike.
Spasiya taybet ji bo Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî
Bakirhan di axaftina xwe de pesnê hewldanên birêvebiriya Herêma Kurdistanê da û spasiya wan kir:
"Di vê pêvajoya aştiyê de piştgiriya Birêz Mesûd Barzanî gelek mezin bû. Em ji vir spasiya wî dikin. Ji bo bipêşdeçûna vê pêvajoyê hemû berpirsiyariya pêwîst nîşan da.
Bawer bikin, wî ewqas hewl da ku ev pêvajo bi pêş bikeve... Her wiha gelekî spas ji bo Nêçîrvan Barzanî ku di vê pêvajoyê de roleke wî ya gelek mezin hebû.
Bi rastî di vê heyamê de berpirsiyariyeke mezin girt ser xwe. Ez spasiya hemû partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dikim."
"Yekîtiyeke neteweyî ya demokratîk a Kurdan pêwîst e"
Bakirhan diyar kir ku Kurd divê di nav xwe de yekîtiyeke demokratîk ava bikin û got, "Kurd hewceyî tiştekî pir girîng in. Ew hewceyî yekîtîyeke neteweyî ya demokratîk a Kurd in."
Bakirhan destnîşan kir ku yekîtiyeke wisa nayê wê wateyê ku eniyeke li dijî Tirkiye, Îraq, Îran an Sûriyeyê were avakirin û got ku armanc ew e ku nêzîkatiyeke hevpar ji bo pirsgirêkên ku Kurd li welatên ku lê dijîn pê re rû bi rû dimînin were bipêşxistin.
Bakirhan diyar kir ku hatina Kurdan a cem hev û nîqaşkirina pirsgirêkên xwe li ser bingeheke demokratîk dê zererê nede welatên herêmê lê belê dikare beşdarî bipêşketina aborî û demokratîkbûnê bibe.
Bakirhan diyar kir ku ew rêzê li xwesteka Kurdan digirin ku bibin welatiyên wekhev ên welatên ku lê dijîn û her wiha diyar kir ku divê Kurd ji bo pirsgirêkên ku birayên wan ên li welatên cuda dijîn pê re rû bi rû dimînin hesas bin.
Divê mafên Kurdan a li Sûriyeyê bi destûrê ve bêne garantîkirin
Bakirhan diyar kir ku rejîma kevn a li Sûriyeyê ji ber ku ne xwedî hişmendiyeke berfireh bû hilweşiya û divê birêvebiriya nû mafên hemû gel û komên olî garantî bike.
Bakirhan diyar kir ku divê mafên demokratîk ên Kurdan her wiha Elewî, Durzî, Tirkmen û civakên din ên li Sûriyeyê bi destûrê ve bêne garantîkirin û girîngiya garantiyên destûrî destnîşan kir.
Bakirhan rexne li wê yekê kir ku Kurdî li Sûriyeyê tenê wekî derseke bijarte tê hînkirin û got ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji Kurdan re were dayîn.
Bakirhan diyar kir ku "ziman yek ji sedemên herî maqûl ên paşeroja gelekî ye" û got, "Zimanê Kurdan ku yek ji hêmanên bingehîn ên Sûriyeyê ne, divê nebe derseke bijarte.
Divê zimanê Kurdî neyê sînordarkirin. Divê Kurd bikaribin li kêleka zimanê Erebî ku zimanekî fermî ye, zimanê xwe yê dayîkê jî fêr bibin."
Bakirhan diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji hêla Mazlum Ebdî ve li Sûriyeyê tê birêvebirin û destnîşan kir ku divê daxwazên Kurdan ji bo hemwelatîbûna wekhev û garantiyên destûrî werin bicîhanîn.
Wî got ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bi salan bê nasname man lê bi têkoşînê gihîştin rewşa xwe ya niha û got ku Kurdên li Tirkiyeyê jî ji nêz ve bipêşketinên li Sûriyeyê dişopînin.
Bakirhan diyar kir ku lêgerîna rêyeke nû ya li Sûriyeyê divê bêyî rêdana provokasyonan û bi devjêberdana polîtîkayên înkarê yên berê bidome.
Wî hêviya xwe anî ziman ku Sûriye piştî salên pevçûn û wêrankirinê li ser bingeheke demokratîk ji nû ve were avakirin.
Di encamê de, Bakirhan diyar kir ku ew dixwazin lêgerîna çareseriyan li Tirkiye, Sûriye û Îranê bibe sedema veguherîna demokratîk û behsa pergalekê kir ku tê de gel û komên olî yên li herêmê bikaribin bi awayekî wekhev, azad û ewle bijîn.


