Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Ebdî got, “Em dê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê di demeke nêzîk de gavên nû biavêjin
Foruma MERIyê ya 2026an doh li Hewlêrê dest pê kir ku lîderên siyasî û dîplomatên ji Herêma Kurdistanê, Îraq, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û qada navneteweyî anî cem hev.
Foruma MERIyê îro bi dawî bû.
Di forumê de rewşa ewlehiyê ya navçeyê, Pirsgirêka Kurdan, paşeroja Îraqê û pêvajoya siyasî ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin.
Foruma MERIyê her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin.
Ev forum wekî yek ji lûtkeyên herî girîng ên hizrî û dîplomasiyê yên herêmê tê dîtin.
Panela dawî ya forumê li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî di vê panelê de axivî ku sernavê panelê "Kurdên Sûriyeyê û Dewleta Nû: Ji Xweseriyê Ber bi Entegrasyon û Mafên Siyasî ve" bû.
Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de mijarên wekî paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, mafên destûrî û diyaloga bi Şamê re nirxandin.
"Sûriyeyeke nû tê avakirin"
Mezlûm Ebdî diyar kir ku niha Sûriyeyeke nû tê avakirin û ji bo gelên Sûriyeyê derfetên mezin hene.
Wî anî zimên ku li Sûriyeyê hinek astengî hene û divê ew wan astengiyan derbas bikin.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku wan bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re ji bo yekkirina saziyên hikûmetê li hev kiriye û got:
"Pêvajo 9 meh in didome û em bi paş ve venagerin. Ji bo çareseriyê li her du aliyan jî îrade heye lê di heman demê de hinek pirsgirêkên me jî hene.”
Pirsgirêka zimanê Kurdî û destûr
Mezlûm Ebdî bi bîr xist ku herêmên Kurdan bi giranî li parêzgehên Hisîça û Helebê ne.
Wî amaje pê kir ku li Kobanî û Efrînê hinek pirsgirêk hene û divê ew werin çareserkirin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê li ser mijara zimanê Kurdî jî axivî.
Wî eşkere kir ku pirsgirêka ziman hîn bi temamî nehatiye çareserkirin û got:
"Zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê di saziyên hikûmetê de hatiye qebûlkirin lê ji bo çareseriyeke mayînde xebat didomin."
Li gorî gotina Mezlûm Ebdî, dê çareseriya mayînde ya vê mijarê di destûra nû de were dîtin.
Wî xwest ku ew peyman û belgeyên ji aliyê Serokkomar ve hatine îmzekirin, cihê xwe di destûra nû de bigirin.
Pêwendiyên bi Şamê re û avakirina baweriyê
Mezlûm Ebdî bal kişand ser wan peymanên ku hatine kirin û got ku van peymanan di navbera Kurdan û dewletê de bawerî çêkiriye.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku di navbera wan û berpirsên Sûriyeyê de bawerî heye.
Wî bi taybetî qala pêwendiya xwe û Ehmed Şer kir û got ku di navbera wan de baweriyek çêbûye.
Li gorî gotina wî, li qadê ji aliyê leşkerî û îdarî ve gelek bipêşketin hene lê wî di heman demê de da zanîn ku beşdariya Kurdan di asta birêvebiriya navendî de kêm e.
Wî destnîşan kir ku ji bo avakirina baweriyeke temam a di navbera wan û Şamê de hîn pêwîstî bi demê heye.
Yekîtiya neteweyî û helwesta ENKSyê
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî qala Konferansa 26ê Nîsanê ya Kurdan kir û ew wekî pêngaveke baş nirxand.
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku Şamê qebûl nekiriye ji bilî HSDyê ti aliyên din tevlî gotûbêjan bibin.
Wî anî zimên ku li Rojavayê Kurdistanê mijara yekîtiya neteweyî mijareke stratejîk e û got, "Heta em nebin yek, em nikarin mafên xwe bi temamî wergirin."
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku destkeftiyên wan destkeftiyên hemû Kurdan in û divê ew werin parastin. Wî da zanîn ku peymanên hatine îmzekirin li ser navê Kurdan hatine kirin.
Wî bangî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku li destkeftiyên Kurdan xwedî derkevin.
Wî ziayreta ENKSyê ya ji bo Parêzgarê Hisîçayê jî wekî gaveke "gelekî baş" pênase kir.
Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ew dê di rojên pêş de ji bo yekîtiya neteweyî hewldanên nû bikin û got:
"Li Rojavayê Kurdistanê ti aliî ne li dijî pêvajoya entegrasyonê ye."
Mezlûm Ebdî li ser perwerdeyê agahî dan û got ku li Rojavayê Kurdistanê pergaleke perwerdeyê ya bi Kurdî heye.
Wî diyar kir ku nîvê perwerdeyê bi Kurdî û nîvê din jî bi Erebî ye.
Rola Herêma Kurdistanê û pêvajoya li Tirkiyeyê
<Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de bal kişand ser rola Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
"Piştgiriya Serok Barzanî ya di dema şer de gelekî mezin bû. Her wiha Nêçîrvan Barzanî di dema şerê Helebê de heta sibehê bi me re bû. Başûrê Kurdistanê bi her awayî alîkariya me kir."
Ebdî di dawiya axaftina xwe de qala pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî kir.
Wî destnîşan kir ku pêvajoya li Tirkiyeyê yekser bandor li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Edbî di Foruma MERIyê de pirsên Birêvebirê Foruma MERIyê Dr. Dîlawer Elaedîn bersivandin.
Dîlawer Elaedîn: Em di nav dîrokeke gelekî tijî ji hawîrdoreke dijwar û dîrokeke xebatê ya gelekî zehmet re derbas bûn lê em kêfxweş in ku niha deriyekî nû vebûye û Sûriyeyeke nû heye. Ew Sûriyeya nû jî Îraqa nû tîne bîra me ku di destpêkê de wekî hevîrekî bû; hêzên bibandor bi hêza Şamê, bi hêza herêmên din, bi hêza hemû pêkhate û neteweyan wî hevîrî bikin tiştekî ku li gorî dilê we be. Paşê dora dariştina sazî û dezgehên dewletê tê, dora destûrê tê, dora avakirina Sûriyeyeke ji bo we hemûyan a ji bo paşerojê û demdirêj tê. Em dixwazin bi zimanê xwe ji me re bibêjî ka niha Sûriye çi lê hatiye? Rewşa navxweyî, siyasî, arasteya Sûriyeyê û desthilata nû ya Sûriyeyê ber bi kû ve ye? Ji bo me nirxandineke xwe bike, pişt re em ê bên ser pirsên bingehîn lê hemû jî di çarçoveya dewlet, dewleta nû û arasteya paşerojê de bin. Fermo.
Mezlûm Ebdî: Rast e, niha Sûriye ketiye qonaxeke nû. Lê baweriya min ew e ku barekî gelekî giran bû û ji bo gelê Sûriyeyê jî gelekî dijwar û zehmet bû. Bi dehan salan gelê Sûriyeyê di bin destê van guherînan de bû. Ji ber vê yekê zehmetî pir in û astengiyên gelekî mezin li pêşiya me ne. Hinek ji wan astengan hene ku ji serdema desthilata berê, desthilata Beasê û beriya wê jî mane ku bandora wan heta roja îro jî didome.
Ango ji aliyekî ve derfeta bipêşketinê û derfeta avakirina Sûriyeyeke nû heye, lê ji aliyê din ve ev pirsgirêk çi ye? Pirsgirêkek e ku divê gelê Sûriyeyê derbas bike. Pirsgirêka şêwazekê an desthilatekê ye ku bi rengê ku hemû gelê Sûriyeyê bi temamî qebûl bike be. Rast e desthilata Beasê hilweşiya, hemû gelê Sûriyeyê jî dijberê desthilata Beasê bûn, lê niha pêwîst e desthilatdarî û pergaleke nû ava bikin. Ev jî tê wê wateyê ku divê gelê Sûriyeyê û hemû pêkhate pê razî bin.
Niha ev yek ji wan zehmetiyên li pêşiya me ye. Xebata destûrî li pêşiya me ye da ku bi temamî baweriyê pê bînin û temam bikin. Pirsgirêkên leşkerî hene, pirsgirêkên ewlehiyê hene. Ya ji hemûyan girîngtir, nêzîkbûna desthilata borî ya ji bo pêkhateyan gelekî dijwar û şaş bû, pêkhateyên Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê êş ji ber vê kişandin. Ev hêj bi temamî nehatiye çareserkirin. Bipêşketin heye, derfet jî ji bo çareserkirinê bi rêya xebatê heye.
Ango ez dikarim bi kurtî wiha bibêjim: Sûriyeyeke nû tê avakirin. Ji bo gelê Sûriyeyê derfetên gelekî mezin hene. Em hemû jî ji bo vê yekê bi geşbînî tevlî dibin da ku em bi hev re Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Lê ji aliyê din ve gelek dijwarî, pirsgirêk û astengî hene. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi hemû gelên Sûriyeyê û hemû pêkhateyên Sûriyeyê heye ku karibin bi hev re bixebitin û di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de hevdu qebûl bikin da ku karibin bi hev re ber bi pêş ve herin. Bi kurtî, derfeta bipêşketinê heye û li hemberî wê jî zehmetî û pirsgirêkên gelekî mezin hene.
Dîlawer Elaedîn: Gelekî spas. Em hemû ji nêzîk ve bi rastî çavdêr in. Li vir xelkê me gelekî xemxwarê Rojavayê Kurdistanê ye, lewma ji hûrgiliyan agahdar in. Lê di dîtinê de, di siyasetê de û di wan rûdanên ku li pişt perdê ne de belkî her kes agahdar nebe. Niha pêvajoyek heye ku jê re dibêjin entegrasyon an tevlîbûn. Hûn berê Rêveberiya Xweser bûn, herêmeke berbiçav bûn, çend milyon kes bûn û we bi rê ve dibir, ango pergaleke hikûmraniyê hebû: ax bû, desthilata îdarî bû, gel bû. Niha divê ew hemû ji nû ve tevlî dewletê bibin. Hûn jî niha kêm dibêjin Rêveberiya Xweser, bêtir dibêjin Kurd; zimanê Kurdî, mafê Kurdan. Lê pêkhateyên din jî hene ku we her tim parastina wan kiriye. Li vir ji me re bibêje pêvajoya tevlîbûnê tê çi wateyê? Ber bi kû ve diçe û çi qas bilez e?
Mezlûm Ebdî: Di rastiyê de ev jî mijarek e ku şîroveyên cuda li ser wê hene û her kesek bi awayekî din dinirxîne. Em di nava pêvajoyeke hevpar de ne, hûn dizanin li derve sê peyman bi rêberî û amadebûna Amerîkayê hatin kirin. Ew tiştê bingehîn ê ku me li ser li hev kiriye, ji bo mijara entegrasyon û tevlîbûnê mebesta me çi ye? Mebesta me tevlîkirina saziyan e. Ev ji bo hemû Sûriyeyê ye ne tenê ji bo herêma Rojavayê Kurdistanê.
Li tevahiya Sûriyeyê berê bi vî rengî bû: Hikûmetek li Şamê ya Esed hebû, hikûmetek li Îdlibê hebû û saziyên wê yên xweser hebûn, hikûmeteke din a demkî li Ezazê hebû, yek jî hikûmeta Rêveberiya Xweser bû. Li Sûriyeyê çendîn desthilat hebûn. Ji bo ku em Sûriyeyeke nû ava bikin, pêwîst e ew sazî bibin yek. Yekemîn tiştê ku mebesta me bû ew e ku ew sazî tevlî bibin; saziyên leşkerî, ewlehî, xizmetguzarî û yên îdarî. Ev pêvajo dest pê kiriye û didome, ev gav ber bi pêş ve diçe. Ev pêvajo nasekine û nayê veşartin jî, nêzîkî neh mehan e ku didome.
Ev pêvajo gihîştiye asteke wisa ku vegera wê bi paş ve tune ye, ji ber ku îradeyek heye; îradeya me heye, îradeya dewletê jî heye, piştgiriya navxweyî û ya navneteweyî jî li pişt e. Ez bawer dikim di mehên bê de ev pêvajoya tevlîkirina saziyan bi dawî bibe. Lê ev nayê wê wateyê ku pirsgirêk nînin; pirsgirêk hene û divê ew pirsgirêk werin çareserkirin.
Bi taybetî di warê leşkerî de bipêşketinên mezin pêk hatine; hêzên me yên leşkerî dê bibin beşeke mezin a artêşa Sûriyeyê, bi nasnameya xwe ya taybet. Hêzên ewlehiyê û xizmetguzariyê yên me dê bibin beşek ji Wezareta Karên Navxwe, lê bi awayekî ku birêvebiriya wan a îdarî ya taybet bi wan hebe. Di warê îdarî de jî wekî parêzgeha Hisîçayê û Kobaniyê gelek gav hatine avêtin. Bi awayekî giştî, tevlîkirina saziyan ber bi pêş ve çûye û kes nikare wê vegerîne paş, ji ber ku îradeya me jî heye, ya dewletê jî heye û piştgirî jî heye.
Dîlawer Elaedîn: Destên te sax bin. Di van 20 salan de sînorên îdarî yên hemû herêman guherîne. Reqa tiştek bû, niha tiştekî din e; Efrîn nayê zanîn ka ser bi kû derê ve dibe; Kobanî, Qamişlo, Hisîça (Hesekê); gelo sînorên wan ên îdarî dê li ser rewşa berê peyman li ser çêbibe yan tiştekî nû ava dikin? Çima vê pirsê dikim? Ji ber ku herêma piraniya wê Kurd heye û herêma pêkhateyên din jî heye. Dema em behsa ziman, çand, mafê îdarî û neteweyî dikin, divê dîtineke me li ser rêkxistina îdarî û erdnîgarî hebe.
Mezlûm Ebdî: Na, bi giştî dema behsa herêma Kurdî tê kirin, du parêzgeh in: Parêzgeha Helebê û parêzgeha Hisîçayê (Hesekê). Herêma Kurdî di navbera wan her du parêzgehan de hatiye parvekirin; Efrîn û Kobanî ser bi parêzgeha Helebê ve ne û parêzgeha Hisîçayê jî Cizîr bi xwe ye. Bi giştî ji aliyê erdnîgarî ve ji hev qut e, lê dema behsa taybetmendiya Kurdî tê kirin, me pêşniyar kiriye ku em li ser taybetmendiya herêma Kurdî bisekinin. Ji ber vê yekê, Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê xwedî taybetmendiyeke herêmî ye û pêwîst e ev wekî tiştekî bi hev ve girêdayî bi hev re were çareserkirin.
Ew pirsgirêkên ku hene hemû yek in; pirsgirêka Efrîn, Kobanî û Cizîrê hemû yek pirsgirêk e, ango tenê bi parêzgehan ve girêdayî nîne, pirsgirêkeke mezintir e û divê çareserî li ser asta navendî ji bo wê were dîtin. Wekî mînak pirsa ziman; bipêşketinek pêk hatiye. Dema ku em bi serdema Beasê re berawird dikin, bipêşketin heye. Zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî di dibistanan de hatiye naskirin û beşek ji bernameyên xwendinê bi zimanê Kurdî ne. Dema ku me 29ê meha Nîsanê peyman îmze kir, li ser pirsa ziman ti paşveçûnek çênebû, me got divê dan û standin bidomin heta ku ev mijar bi temamî were çareserkirin û di destûrê de were bicihkirin.
Dîlawer Elaedîn: Destên te sax bin, ev cihê kêfxweşiyê ye, çimkî tê bîra me heta doh bû ne bi zimanê Kurdî dihat axaftin, ne jî naskirina neteweya Kurd dihat kirin. Niha tu hatî li Şamê behsa wê dikî ka zimanê Kurdî dê çawa bibe zimanekî fermî. Lê heke hûn bi xwe projeyekê pêşkêş bikin, pêşkêşî dewletê bikin û behsa zimanê Kurdî bike, dê naveroka projeya we çi be? Hûn çawa pênase dikin beriya ku ew ji we re bibêjin ka çi dixwazin?
Mezlûm Ebdî: Na, em ketine nava qonaxeke nû. Li pêşiya me xebateke destûrî heye. Em behsa peymanan dikin, ew peymanên ku li ser asta Serokatiya Komarê hatine pejirandin. Çareseriya mayînde tenê di nav destûrê de tê mîsogerkirin. Ji ber vê yekê li pêşiya me di nav pêvajoya destûrê de divê em bixebitin da ku em karibin mafên gelê xwe û mafên herêma Kurdî di destûrê de biçespînin.
Di vê rewşê de peymanek hatibû kirin û amaje bi vê xalê hatibû dayîn. Mînak peymana 10ê Adarê, tê de hatibû gotin ku divê mafê Kurdan di destûrê de were dabînkirin, ev di nav de heye. Dîsa peymanên din jî, ya 18ê mehê û ya 29ê meha Nîsanê, behsa taybetmendiya herêma Kurdî tê de hatiye kirin. Ya ku em dibînin ew e ku divê mafê gelê Kurd bi temamî di destûrê de were çespandin.
Ew destkeftiyên ku îro li ser erdê hatine bidestxistin di hemû aliyan de: çi leşkerî, çi ewlehî, çi xizmetguzarî û îdarî be, û ew tiştên di wan peymanan de hatine îmzekirin û bi biryara Serokkomar derketine, divê naveroka wan di destûrê de were dabînkirin. Heke ev were mîsogerkirin, dê mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Sûriyeyê were dabînkirin.
Dîlawer Elaedîn: Hûn li Şamê di qonaxeke gelekî hestiyar û di demeke gelekî girîng de ne. Ew tişt hemû di destpêka çêbûnê de ne, lê ji bo hemûyan pêdivî bi avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî yên sereke de heye, bi taybetî bi Serok Şer re. Pêwendiya te û Serok Şer çi qasî bandor li ser avakirina vê baweriyê kiriye da ku karên we baş bi rê ve biçin?
Mezlûm Ebdî: Bê guman asta baweriyê bi wan gavan tê avakirin ku li ser erdê tên avêtin, ne ku pirseke kesane be. Wekî ku hûn dizanin gelê Kurd li Sûriyeyê her tim bêbawerî li hemberî dewleta Sûriyeyê hebûye. Dema ku dewleta Sûriyeyê beriya 100 salan hat damezirandin, Kurd hatin piştguhkirin û paşguhxistin, Kurd di dewletê de beşdar nebûn. Dema sala 1946an serxwebûn pêk hat, dîsa Kurd beşdar nebûn û hatin paşguhxistin. Piştre siyaseta tund li dijî gelê Kurd hat meşandin di serdema Beasê û beriya wê de jî, ji ber vê yekê bêbaweriyeke mezin di navbera gelê Kurd û dewleta Sûriyeyê de çêbibû.
Lê niha li Sûriyeya nû piştî hilweşandina desthilata berê, cara yekem e ku Kurd dikevin nav dewletê û destpêka avakirina baweriyê di navbera gelê Kurd û dewletê de pêk hatiye. Li ser asta Serokatiya Dewletê ligel Serok (Ehmed) Şer û birêvebirên din pêwendiyên me yên germ hene. Me ligel wezîran, fermandarên leşkerî û îdarî civîn pêk anîn. Fermandarên me çûne nav artêş, feyleq û lîwayên artêşa Sûriyeyê, di nav Wezareta Karên Navxwe de jî hêzên me yên ewlehiyê hatine qebûlkirin.
Li ser asta kesane jî di navbera min û Serok Şer de rêz û bawerî heye. Lê divê li ser erdê ev bawerî temam bibe, gotin bi tenê têrê nake, belkî pêwîst e bi gavên pratîkî li ser erdê were cîbicîkirin. Mînak di warê leşkerî û îdarî de gav hatine avêtin û em bi hev re dixebitin. Her çendî dema em li seranserê Sûriyeyê dinêrin, di wezaret û dezgehên navendî de rêjeya beşdariya Kurdan kêm e û divê were zêdekirin, lê pêvajo didome û wext jê re pêwîst e heta ku baweriya temam cih bigire.
Dîlawer Elaedîn: Rast e, gelekî spas. Helbet te bi xwe got ku li ser erdê bi awayekî pratîkî bawerî çêdibe. Lê ji bo ku tu bi xwe di dan û standin û guftûgoyê de li Şamê bibandor bî, pêwîst e di nav mala xwe de jî yekgirtî û bihêz bin. Cudahîbûna nêrînan asayî ye, lê divê bixebitin da ku li hundir bihêz bin. Li vir du pirsgirêkên mezin hene: Yekem, di navxweya Kurdî de hûn çawa navmala xwe bi rêxistin dikin? Hêzên cuda hene: ENKS, PYD, MSD û hêzên din. Berê wekî HSD hêza leşkerî bûn, wekî MSD meclis bûn, niha qonax nû ye û divê nûnertiya doza Kurd li Şamê yekdeng be. Hûn bi ENKSyê re çawa dan û standinê dikin?
Mezlûm Ebdî: Bersiva vê pirsê dikim du beş. Beşa yekem, pirsa yekrêziya navxweyî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê; 26ê meha Nîsanê me konferansek li dar xist, konferanseke gelekî baş û serkeftî bû, hemû hêzên Kurdî bêyî cudahî beşdar bûn û li wir daxwazeke hevpar a Kurdî derket holê. Em pêbendî encamên wê konferansê ne û divê em encamên wê bi cih bînin.
Berê dan û standinên me yên bi dewletê re tenê li ser pirsa leşkerî bûn, ji ber ku dewletê pêdagirî dikir ku tenê behsa pirsa leşkerî were kirin û nûnerên me di dan û standinê de tenê girêdayî hêza leşkerî bûn. Lê niha mijar guheriye; em li ser navê tevahiya gelê Kurd ê li Sûriyeyê guftûgoyê dikin, ne tenê li ser navê aliyekî. Ev destkeftiyên ku bi dest ketine yên tevahiya gelê Kurd ê li Sûriyeyê ne, ne yên tu aleke tenê an partiyeke tenê ne. Heke ziman were qebûlkirin, heke mafên îdarî werin qebûlkirin, ev ji bo her kesî ne.
Ji ber vê yekê pêwîst e hemû hêzên siyasî yên wekî ENKS, PYD û yên din bi hev re xwedî li van destkeftiyan derkevin. Doh hevalên ENKSyê çûbûn serdana Parêzgarê Hisîçayê, ev gaveke baş û erênî bû, divê bi hev re hevkariyê bikin. Hemû birêvebirên herêman divê xwedîtiyê li destkeftiyan bikin; hêza leşkerî ya Kurdî di nav artêşa Sûriyeyê de ye, hêza ewlehiya navxweyî di nav Wezareta Karên Navxwe de ye, û di saziya îstixbaratê de jî bi heman awayî ye.
Derbarê zimanê Kurdî de, berê ezmûneke me ya 15 salan a xwendina zimanê Kurdî hebû, hinekan digot ev tenê nûnertiya aliyekî dike, lê îro bernameyeke perwerdeyê ya fermî heye ku xwendina bi Kurdî tê de mîsoger e, bawernameya amadehiyê bi zimanê Kurdî ye, û li zanîngehên Qamişlo û Kobaniyê jî xwendekar dikarin ji bo sê, çar û pênc salan (di beşên wekî endezyariyê de) bi zimanê Kurdî bixwînin. Pêwîst e her kes xwedîtiyê li van destkeftiyan bike û yekrêziya navbera me were parastin.
Dîlawer Elaedîn: Cenabê General, bila ez serencam û têbîniyekê bidim û paşê pirsekê bikim. Hêvîdar im soz bên bicihanîn. Konferans û peyman pêdiviya wan bi çavdêrî û bicihanînê heye. Qurbanî û xebata we pir e, ya wan jî (ENKS û aliyên din) qurbanî û xebata wan pir e û derbederî û zindan dîtine. Lê li vir pirseke bingehîn heye: Ew şervan, xwebexş û xelkê ku ligel we qurbanî dan di şerê li dijî DAIŞê de û ax rizgar kirin, xelkê Sûriyeyê nînin, şervanên ji derveyî Sûriyeyê ne, desthilata îro ya Şamê wan wekî biyanî dibîne; hûn dê çarenivîsa wan kesan çi bikin? Peymana we li ser wan çi ye?
Mezlûm Ebdî: Me bi zelalî di vî warî de helwesta xwe aniye ziman. Pêvajoya tevlîbûnê tiştek e ku hemû gelê Kurd pê re ye û hemû hêzên siyasî jî pê razî ne, ji xeynî çend kesên kêm ku mafê wan e nêrînên wan ên cuda hebin. Li ser asta dan û standinên me yên bi dewletê re, ev pirs jî hatiye nîqaşkirin.
Li Sûriyeyê ev dosye bi awayekî adilane dê were çareserkirin. Ew kesên ku ji derve hatin û bi me re li dijî DAIŞê şer kirin û xelkê Sûriyeyê nebûn, ji bo dozeke mirovî û neteweyî hatin û em bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Piraniya wan şehîd bûn, gelek ji wan jî di dema xwe de vegeriyan ser jiyana xwe.
Ew kesên ku mane jî, çawa ku li Sûriyeyê rêçareyên yasayî ji bo kesên wek wan tên dîtin, ji bo wan jî bi heman rengî çareseriya yasayî di çarçoveya zagonên welêt de dê were dîtin. Ev tiştek e ku dan û standin li ser hatiye kirin û bi awayekî dadperwerane dê were zelalkirin.
Dîlawer Elaedîn: Destên te sax bin. Beşa dawî; bila em behsa aliyê Îraq û Herêma Kurdistanê bikin, çawa alîkariya we dikin? Ji aliyê Tirkiyeyê ve hûn çawa li Tirkiyeyê dinêrin û ew çawa li we dinêrin? Paşeroja wê pêwendiyê dê çi be û hêvî û xwestekên we çi ne? Ez dixwazim cuda behsa wan her duyan ji bo me bikî.
Mezlûm Ebdî: Di destpêkê de dixwazim bibêjim: Di destpêka vî salî de dema ku êriş û gefên dijwar li ser gelê Rojavayê Kurdistanê hebûn, hemû gelê Kurd li dora me kom bû. Dema ku me bang kir, hemû perçeyên Kurdistanê û gelê Kurd bêyî cudahiya partî û ramanan piştgirî da me, li hundir û li derveyî welêt.
Di dema şerê Kobaniyê de em li gel Birêz Serok Mesûd Barzanî bûn û bi fermana cenabê wan hêza Pêşmerge hat Kobaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amade bû û piştgirî kir, her wiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hemû qonaxên dijwar de şev û roj li ser xetê bû ji bo rawestandina şeran. Li Silêmaniyê jî ligel Kek Bafil û Kek Qubad Talebanî em di pêwendiyê de bûn û bi heman rengî piştgirî dan me. Di hemû waran de, çi di warê şer de be çi di warê dîplomasiyê de be, Herêma Kurdistanê ti kêmî nekir û em gelekî spasiya wê helwestê dikin.
Derbarê Tirkiyeyê de jî: Niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê behsa pêvajoyeke nû ya aştiyê tê kirin. Ev pêvajo rasterast bandoreke erênî li ser Rojavayê Kurdistanê dike. Nêzîkî salekê ye ku êrişên asmanî û firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine rawestandin, ev jî encama wê arasteya nû ya aştiyê ye. Her wiha banga aştiyê ya ji aliyê Birêz Ocalan ve jî rola xwe hebû di aramkirina rewşê de.
Ji ber vê yekê heke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aştî bi ser keve, beriya her kesî dê Rojavayê Kurdistanê sûdmend be, lewma em bi temamî piştgiriyê didin wê pêvajoyê.

