Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî, ji ber ku pêvajoya entegrasyonê ya ji aliyê Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê ve tê birêvebirin "aliyeke yekalî û ferzkar girtiye" banga piştgiriya navneteweyî ya li cîhana akademîk kir.
Di daxuyaniya hevpar a ku li ser navê birêvebiriyên zanîngehan, endamên akademîk û nûnerên xwendekaran hatiye weşandin de hat destnîşankirin ku armanca nêzîkatiya birêvebiriya Şamê, pêşîlêgirtina xweseriya saziyan û bidawîkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.
Di daxuyaniyê de ku ji saziyên perwerdeya bilind, pispor, lêkolîner û yekîtiyên akademîk ên navneteweyî yên li seranserê cîhanê re hatiye amadekirin, hat bibîrxistin ku zanîngehên Rojava û Kobanî niha di qonaxa tevlîkirina sîstema Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê de ne.
Birêvebiriyên zanîngehan da zanîn ku ew li dijî naskirina yasayî ya dîplomayên xwendekaran û mafên wan ên xwendina bilind ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve nînin lê belê şêwazê birêvebirina vê pêvajoyê bi tevahî li dijî pîvanên akademîk e.
"Akademisyen ji mekanîzmayên biryardanê tên dûrxistin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya entegrasyonê de akademîsyenên herêmî bi tevahî ji mekanîzmayên biryardanê hatine dûrxistin û wiha hat gotin:
"Zanîngehên me niha di pêvajoya entegrasyonê ya di nav Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê re derbas dibin. Ew piştgiriya naskirina mafê xwendekarên me yên xwendina bilind a li Sûriyeyê dikin.
Lê belê, pêvajoya entegrasyonê ya ku tê meşandin, bi nêzîkatiyeke bi tevahî yekalî ya ku xweseriya zanîngehên me û beşdariya akademîsyenên me ya di mekanîzmayên biryardanê yên li ser paşeroja saziyên me de tune dihesibîne, berdewam dike."
"Girtina fakulteyan û qedexeya Kurdî di rojevê de ye"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya heyî ne tenê ji nû ve avakirin e lê rasterast nasnameya taybet a zanîngehan dike armanc.
Hat destnîşankirin ku li gorî planên Birêvebiriya Şamê metirsiya astengkirina gelek beşan û bidawîkirina modela perwerdeya bi zimanê dayîkê derketiye holê û wiha hat gotin:
"Di vê pêvajoyê de gelek fakulte û beş rû bi rûyî metirsiyan dibin û bikaranîna zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê tê rawestandin.
Metirsiya wê yekê heye ku zanîngehên me nav, nasname û xweseriya xwe ya sazûmanî bi giştî winda bikin.
Li ber ronahiya van geşedanan, em bi ti awayî pêvajoyeke wiha ya entegrasyona bi zorê û yekalî ku gefê li saziyên me yên akademîk û destkeftiyên ku civakên me yên akademîk heta niha bi dest xistine dixwe, qebûl nakin."
Zanîngehan diyar kir ku ji bo derbaskirina qeyrana heyî divê ev cure ferzkirin demildest werin sekinandin û bi Birêvebiriya Şamê re rasterast li ser maseya diyalogê rûnin û wiha hat lê zêde kirin, "Em daxwaza pêvajoyeke entegrasyonê ya li ser bingeha dan û standinê dikin ku azadiya akademîk, pirrengiya zimanî, mafên xwendekar û akademisyenên me ewle bike û misoger bike ku civaka me ya akademîk di diyarkirina paşeroja xwe de xwedî gotin bin."
Banga gava berçav a li akademiya navneteweyî
Her du saziyên perwerdeya bilind da zanîn ku ew di qonaxeke krîtîk re derbas dibin û diyar kir ku divê raya giştî ya akademîk a cîhanê bêdeng nemîne û wan daxwaza piştgiriyeke berçav kir.
Ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku ji bo berjewendiya zanîngehên Rojava û Kobanî daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo raya giştî biweşînin, her wiha bi rêya name û serlêdanên fermî zextê li Wezareta Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê berpirsên Şamê bên neçarkirin da ku rû bi rû û rasterast bi akademisyenên herêmî re biaxivin.
Li gel vê yekê, banga hevkariya rasterast li zanîngehên seranserê cîhanê hat kirin, hat xwestin ku bi zanîngehên Rojava û Kobanî re projeyên akademîk ên hevpar werin bipêşxistin û nûnerên wan vexwînin platform, konferans û forumên akademîk ên navneteweyî.
Daxuyanî bi van gotinên ku balê dikişînin ser wê yekê ku divê pêvajo li şûna ferzkirinê, li ser bingeha razîbûna dualî bimeşe, bi dawî bû:
"Di vê qonaxa krîtîk de pişgiriya akademîk a navneteweyî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Pêwîst e zanîngeh di warê şêwazdayîna paşeroja xwe ya akademîk de xwedî mafê gotinê bin.
Em biryarên yekalî yên ku zerer didin bingeha saziyên me yên akademîk qebûl nakin, em daxwaza dan û standin, naskirin û hevkariyê dikin.
Piştgirî bidin Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî."
.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
