کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kampa Domîzê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê / Wêne: Rûdaw

Kampa Domîzê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

263 hezar penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dijîn

RÛDAW

RÛDAW

23-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW23-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Navenda Hevahengiya Krîzan, hejmara penaberên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê zêdetirî 263 hezar kesî ye.

Navendê ji Rûdawê re got ku di 2 mehên borî de ti welatiyê Sûriyeyê yê li Herêma Kurdistanê venegeriyaye welatê xwe.

Li Herêma Kurdistanê 27 kamp hene

Li gorî amarên Navenda Hevahengiya Krîzan a Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ku îro ji Rûdawê re ragihandine, li Herêma Kurdistanê 27 kampên koçber û penaberan hene.

Ji wan, 9 kamp taybet bi penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne û li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatine dabeşkirin.

Berpirsekî bilind ê Navenda Hevahengiya Krîzan, ji Rûdawê re got:

"Zêdetirî du mehan e ti penaberê Sûriyeyî yê ku li Herêma Kurdistanê niştecih e venegeriyaye cih û warê xwe."

Amarên giştî yên li Herêma Kurdistanê:

Malbat: 54 hezar û 693 malbat in, hejmara endamên wan malbatan 263 hezar û 456 kes e.

Di nav kampan de: 20 hezar û 381 malbat in, hejmara wan 91 hezar û 935 kes e.

Li derveyî kampan: 34 hezar û 312 malbat in, hejmara wan 171 hezar û 521 kes e.

Amarên li gorî parêzgehan:

Parêzgeha Hewlêrê

Li parêzgeha Hewlêrê 28 hezar û 953 malbat dijîn, hejmara giştî ya endamên malbatan 141 hezar û 101 kes e.

Di nav kampan de: 6 hezar û 815 malbat, hejmara giştî ya endamên malbatan 30 hezar û 452 kes e.

Li derveyî kampan: 22 hezar û 138 malbat, hejmara giştî ya endamên malbatan 110 hezar û 649 kes e.

Parêzgeha Silêmaniyê

Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 7 hezar û 439 malbat dijîn, hejmara giştî ya endamên malbatan 35 hezar û 749 kes e.

Di nav kampan de: 2 hezar û 207 malbat, hejmara giştî ya endamên malbatan 9 hezar û 588 kes e.

Li derveyî kampan: 5 hezar û 232 malbat, hejmara giştî ya endamên malbatan 26 hezar û 161 kes e.

Parêzgeha Dihokê

Li sînorê parêzgeha Dihokê 18 hezar û 301 malbat dijîn, hejmara giştî ya endamên malbatan 86 hezar û 606 kes e.

Di nav kampan de: 11 hezar û 359 malbat, hejmara giştî ya endamên malbatan 51 hezar û 895 kes e.

Li derveyî kampan: 6 hezar û 942 malbat, hejmara giştî ya endamên malbatan 34 hezar û 711 kes e.

Şêniyên kampan ên li gorî parêzgehan:

Parêzgeha Hewlêrê

Kampa Quştepeyê: 8 hezar û 632 kes.

Kampa Kewirgoskê: 8 hezar û 122 kes.

Kampa Dareşekranê: 11 hezar û 975 kes.

Kampa Basirmeyê: Hezar û 723 kes.

Parêzgeha Silêmaniyê

Kampa Erbet (Barîke): 9 hezar û 588 kes.

Parêzgeha Dihokê

Kampa Akrê: 915 kes.

Kampa Domîz 2: 10 hezar û 609 kes.

Kampa Domîz 1ê: 28 hezar û 868 kes.

Kampa Gewîlanê: 11 hezar û 503 kes.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên