Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê hinek welatiyên Kurd rastî êrişê hatin û bi dehan kes di nav avahiyekê de asê man.
Çavkaniyeke taybet ji Girê Spî ji Rûdawê re qala rewşa welatiyên Kurd kir.
Li gorî wê çavkaniyê, welatiyên Kurd ji bo ku vegerin gundên xwe çûbûn avahiya Birêvebiriya Herêmê lê li wir rastî êrişê hatin.
Li ser daxwaza birêvebiriyê çûbûn
Heman çavkaniyê eşkere kir ku ew welatiyên Kurd li ser daxwaza Birêvebiriya Herêmê çûbûn Girê Spî.
Lê belê dema ku ew gihîştin wê derê ji aliyê bi sedan kesan ve rastî êrişekê hatin.
100 kes hatin dorpêçkirin
Çavkaniya taybet a Rûdawê da zanîn ku nêzîkî 100 welatiyên Kurd di nav avahiya Birêvebiriya Herêmê de hatine dorpêçkirin.
Hat diyarkirin ku di nav wan welatiyên dorpêçkirî de jin û zarok jî hene û ew li wir asê mane.
Êrişî otomobîlan kir
Di bûyerê de zerer gihîşt mal û milkên welatiyan jî.
Çavkaniyê diyar kir ku bi sedan kesan êrişî otomobîlên welatiyên Kurd kir û otomobîl şikandin.
Heta niha qedera wan welatiyên ku di avahiyê de asê mane ne diyar e.


.jpg&w=3840&q=75)