Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Aboriyê Mihemed Temîm got ku parêzgarê bê dê ji para Ereban be û Bafil Talebanî jî soza bicîkirina peymanê daye wan.
Mihemed Temîm her wiha tekez kir ku mûçeyê karmendan ti carî nabe qurbana nakokiyên siyasî.
Mihemed Temîm ku di heman demê de yek ji serkirdeyên Partiya Teqedumê ya Suniyan e, di hevpeyvîneke televîzyonî de qala pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û got:
"Ji Bexdayê ti helwest an dijminatî li hemberî Herêma Kurdistanê yan welatiyên herêmê tune.
Mûçeyê fermanberan û debara jiyana xelkê bi ti awayî nabin amûra cezakirinê yan meydana diyarkirin nakokiyên siyasî yên di navbera her du hikûmetan de."
Temîm piştrast kir ku helwesta Serokwezîrê Îraqê bi temamî li gel parastina mûçeyan e û hewl hatine xurtkirin da ku bi rêya lihevkirina hevbeş pirsgirêkên enflasyonê bên çareserkirin.
Mercê Bexdayê yê ji bo petrola Kurdistanê: Tenê şefafiyet e
Alîkarê Serokwezîrê Îraqê li ser dosyeya petrol û destheqên darayî, da zanîn ku hişê Bexdayê gelekî zelal e û got:
"Eger Herêma Kurdistanê bibêje em rojane 265 hezar bermîlî berhem tînin, yan heta ku 250 hezar bermîl be jî em pê razî ne.
Em dê wergirin û hemû pêbendiyên darayî yên peymanê jî bi cih bînin lê tişta em daxwaz dikin tenê çavdêrî û şefafiyeta li ser tevahiya proseye ye."
Temîm amaje pê kir ku Serokwezîrê Îraqê bi niyeteke pir baş û erênî dixwaze vê dosyeyê bi temamî bigire û bi rêya komîteyên hevbeş dawî li pirsgirêka mesrefa derxistin û hinartinê bîne.
"Bafil Talebanî ji bo Kerkûkê soz daye"
Mihemed Temîm pirsa îdareya xwecihî ya Kerkûkê jî anî rojevê û ragihand, li gorî peymana pêkanîna îdareya bajêr (Peymana Hotêla Reşîdê), piştî 1ê Kanûna Paşîn a bê ew dê dest bi gotûbêjan bikin û parêzgarê nû yê Kerkûkê dê ji pêkhateya Ereb û ji para Partiya Teqedumê be.
Temîm da zanîn ku li gorî peymanê diviyabû pêkhateya Tirkmen ji bo demekê vê postê bi rê ve bibe lê ji ber ku posta wezîriyê dane berbijêrê wan û desthilata wî ya wekî parêzgar nemaye, di pratîkê de ji wê heyamê tenê nêzîkî 40 heta 45 rojên dewama fermî mane û yekser piştî wê parêzgarê nû dê bibe Ereb.
Temîm li ser helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî got:
"Di demekê de ku gotegota wê yekê hebû ku dibe YNK pêbend nebe, me li Bexdayê li mala Mihemed Helbûsî li gel Serokê YNKyê Bafil Talebanî civînek saz kir.
Wî ji me re got ku ez ti carî we bêhêvî nakim û peyman çawa be dê wekî xwe were bicîkirin. Talebanî jî dema sozekê bide pêbendî sozê xwe dibe."
Mihemed Temîm her cure desttêwerdana derve yan ya Tirkiyeyê ya di pirsa Kerkûkê de red kir.
Wî tekez kir ku armanca wan a sereke çespandina biratî û aştiya civakî ye di navbera Kurd, Ereb û Tirkmenên li bajêr de.



