Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Avhewayê ya Herêma Kurdistanê li ser pêla baranê û bahozên bi birûsk ên ku tê çaverêkirin di navbera 6 û 8ê Çiriya Paşîn de bi bandor bibin hişyarî da.
Pisporê avhewayê Şalaw Hîdayet jî ragihand ku li ji sedî 80 heta 100î herêmê baran tê çaverêkirin û li deverên nizm metirsiya lehiyê heye.
Birêvebiriya Avhewayê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji ber du pêlên hewaya nizm ên ji ser Deryaya Spî û Deryaya Sor, hewaya herêmê dê têk biçe û nearam bibe.
Li gorî daxuyaniyê, baran dê ji êvara înê 6ê Çiriya Paşîn ve gur bibe û heta roja yekşemê 8ê Çiriya Paşîn berdewam bike.
Tê pêşbînîkirin ku di vê heyamê de barana gur a bi birûsk bibare û bi taybetî li herêmên deştî asta avê bilind bibe.
"Metirsiya lehiyê heye"
Pisporê avhewayê Şalaw Hîdayet ji Rûdawê re ragihand ku baran dê li gel Herêma Kurdistanê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê jî bibare.
Hîdayet da zanîn ku baran dê ji sedî 80 heta 100î herêmê li xwe bigire lê heta niha rêjeya wê bi temamî ne diyar e.
Wî her wiha hişyarî da ku di navbera rojên în û yekşemê de bi taybetî li herêmên nizm metirsiya çêbûna lehiyê heye.
Li dijî birûskê hişyarî hat dayîn
Şalaw Hîdayet bal kişand ser metirsiya birûskê ya di dema bahozê de û bangî welatiyan kir ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Pisporê avhewayê pêşniyar kir ku welatî di dema bahozê de telefonên xwe yên destan bigirin, ji darên dirêj, stûnên karebayê û telefonê dûr bisekinin û li cihên bilind û vekirî nemînin.
Her wiha hat xwestin ku xelk li nêzîkî rûbar, gol û cihên avî nesekine, ji têl û kel û pelên hesinî dûr bisekine û amûrên karebayê yên li derve bi kar neyîne.
Hîdayet destnîşan kir ku eger welatî di nav otomobîlê de bin, çêtir e ji otomobîlê dernekevin çimkî wesayît dikare wan heta radeyekê ji birûskê biparêze.



