Hewlêr (Rûdaw) - Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê, cezayê girtîgehê, lêdana qamçiyan û cezayê pereyan ê 3 birayên Kurd ên ji Îlama Rojhilatê Kurdistanê pejirand.
Rêxistinên mafên mirovan didin zanîn ku bi giştî 69 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, 5ê Çiriya Paşîn a 2026an, Şaxa 11an a Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê cezayên Emîrelî Zakerîferdê 44 salî û birayên wî Îmad û Mihemed wekî xwe pejirandin.
Li gorî zanyariyan, ev her 3 bira nîsana îsal ji bo kişandina cezayên xwe hatibûn desteserkirin û niha li Zindana Navendî ya Îlamê tên ragirtin.
Cezayên giran ên girtîgeh û qamçiyan
Beriya niha Şaxa 4an a Dadgeha Pêdaçûnê ya Parêzgeha Îlamê ceza pesend kiribû.
Li gorî wê biryarê, di sercemê dosyeyên wî de 35 sal cezayê girtîgehê, lêdana 70 qamçiyan û 625 milyon tumen cezayê pereyan li Emîrelî Zakerîferd hatibû birîn.
Dosyeya Emîrelî Zakerîferd vedigere dema xwenîşandanên sala 2022yan û rûdanên piştî kuştina Jîna Emîniyê.
Hevdem li birayê wî Îmad Zakerîferd jî 33 sal cezayê girtîgehê, lêdana 70 qamçiyan û 625 milyon tumen cezayê pereyan hatiye birîn.
Îmad Zakerîferd jî mîna birayê xwe cara ewil payiza sala 2022yan hatibû girtin lê piştre bi danîna kefaletê heta nîsana îsal bi awayekî demkî hatibû berdan.
Li gorî Hengawê, li birayê wan ê sêyem Mihemed Zakerîferd jî bi heman dosyeyê salek cezayê girtîgehê, lêdana 55 qamçiyan û 9 milyon tumen cezayê pereyan hatiye birîn.
Tohmetên li ser wan
Dadgeha Pêdaçûnê ya Îlamê tohmetên li ser van her sê welatiyan eşkere kiribûn.
Tohmetên li ser wan ev in: "komcivîn bi mebesta têkdana ewlehiya neteweyî, heqaretkirina li rêberê Komara Îslamî ya Îranê, bangeşe û propagandaya li dijî desthilatê, ragirtina kel û pelên taybet bi înterneta Starlinkê û vexwarinên alkolî."
Serhildana Jîna Emîniyê
16ê Îlona 2022yan, piştî kuştina Jîna Emîniyê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwenîşandanên berfireh dest pê kiribûn.
Ew nerazîbûn çend mehan ajotibûn, bi sedan kes hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî hatibûn desteserkirin.
Keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest dabû.
Ew sê roj beriya mirina xwe ji aliyê polîsên Tehranê ve bi hinceta pêbendnebûna bi hicabê hatibû desteserkirin û li qereqoleke polîsan rewşa wê ya tenduristiyê xera bibû.
Malbata Jîna Emîniyê û parêzerê wê ragihandibû ku polîsan li serê Jînayê xistiye û ew ji ber lêdanê miriye lê desthilata dadwerî û polîsên Îranê van îdiayan red dikin.



