Hewlêr (Rûdaw) - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê li ser zext û binpêkirinên li dijî jinan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand û ragihand ku ji çarenivîsa du jinên Kurd ên desteserkirî agahî nayê wergirtin.
Li gorî raporê, 49 roj in ji Rozya Eydînejadê ya ku li Xorasanê hatibû desteserkirin û 30 roj in û ji Cemîle Mihemedemîn Nazirê ya ku li Bokanê hatibû girtin ti agahî nîne.
Rozya Eydînejad 49 roj in girtî ye
Di raporê de hat ragihandin ku Rozya Eydînejad 49 roj berê li navçeya Qoçanê ya parêzgeha Xorasanê ji aliyê hêzên Artêşa Pasdaran a Îranê ve hatiye desteserkirin.
Hat diyarkirin ku dema desteserkirina Eydînejadê meheke din hatiye dirêjkirin lê li ser rewşa wê ti agahî nedane malbata wê.
30 roj in ji Cemîle Mihemedemîn Nazirê agahî nîne
Her wiha li bajarê Bokanê hêzên îstixbaratê bi ser mala Cemîle Mihemedemîn Nazir û hevjînê wê Xoşnav Ezîzpûr de girt.
Hêzên ewlehiyê piştî çend saetan Xoşnav Ezîzpûr berda lê 30 roj in ji hevjîna wî Cemîle Mihemedemîn Nazirê ti agahî nîne û çarenivîsa wê ne diyar e.
Girtiya nexweş bi textê nexweşxaneyê ve girê dan
Di heman raporê de hat eşkerekirin ku girtiya bi navê Şîva Îsmaîlî ya ku li Girtîgeha Evînê tê girtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, vê dawiyê emeliyateke giran a piştê derbas kiriye.
Tevî ku emeliyata wê bi pereyê taybet hatiye kirin jî birêvebiriya girtîgehê hewl dide beriya bidawîbûna dema destûrê wê vegerîne girtîgehê.
Li gorî agahiyên raporê, hêzên Artêşa Pasdaran a Îranê piştî emeliyatê Şîva Îsmaîlî bi kelemçeyan bi textê nexweşxaneyê ve girê daye.



