Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Çiyayê Helgurdê yê li Îdareya Serbixwe ya Soranê 5 welatiyên ku ji bo çiyageriyê çûbûn serê çiyê winda bûn û çarenivîsa wan ne diyar e.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan ragihand ku li herêmê berf dibare û lêgerîna wan dest pê kiriye.
Berdevkê Parastina Sivîlan a Soranê Rewend Mexdîd îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"7 çiyageran li Çiyayê Helgurdê kon vedabûn, 5 ji wan ji kampê derketine û nekarîne vegerin.
Niha çarenivîsa wan nayê zanîn."
Berdevkê Parastina Sivîlan her wiha da zanîn ku 2 çiyagerên li kampê mabûn navnîşanek ji tîman re şandiye ku 5 hevalên wan berî windabûnê şandibû lê nayê zanîn ka wan piştî wê cihê xwe guhertiye yan li heman derê ne.
Çiyager xelkê Dihokê ne
Hat zanîn ku ew çiyager hemû ji parêzgeha Dihokê ne û ji bo gereke çiyageriyê berê xwe dabû Çiyayê Helgurdê.
Parastina Sivîlan a Soranê ji bo dîtina wan 5 tîm şandine herêmê.
Rewend Mexdîd diyar kir ku ji bo tîm bigihêjin wê derê herî kêm 3 demjimêr pêwîst in û ne diyar e ka çiyager li wî cihî ne yan na.
Rewşa avhewayê nebaş e
Rewend Mexdîd li ser astengiyên li pêşiya lêgerînê got:
"Berf bariyaye û barîna wê hîn jî berdewam dike.
Li deverê mijeke zêde jî heye, dibe ku ev yek bûbe sedema windabûna wan."
Heta dema weşandina vê nûçeyê jî ti agahî li ser çarenivîsa wan 5 kesan nînin.
Rewend Mexdîd da zanîn ku telefonên çiyageran girtî ne û ji ber vê yekê nikarin pêwendiyê bi wan re deynin.



