Amed (Rûdaw) - Li Deriyê Mêrdînê yê li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê, bazara xwirekên taşteyê zêdetirî 40 sal in di xizmeta xelkê de ye.
Li vê bazarê berhemên gundan ên xwemalî û organîk tên firotin.
Hem geştyar û hem jî şêniyên bajêr ji bo kirîna pêdiviyên xwe berê xwe didin vê derê.
Dema mirov gavan diavêje nava bazarê, bêhna şîrê xav, penîrên zozanan, dims, bastîq, benî, hingiv, mast û xwirekên taşteyê yên bi tam mirov dikişîne nava jiyana gundewariyê.
Bi dehan sal in gundiyên ji herêma Qerejdaxê, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Wan û gelek bajarên din berhemên xwe tînin vê derê û didin esnafan.
Esnaf jî van berhemên xwemalî difiroşin welatî û geştyaran.
Penîrfiroşekî bazarê behsa berhemên xwe kir û got:
"Em zeytûn, penîr, rûnê nivîşk, hingiv û dimsê difiroşin.
Malbatek were vir, ji bilî zexîreyê dikare hemû xwirekên xwe yên taşteyê li vir peyda bike."
Esnafekî din jî destnîşan kir ku li bazarê penîrên cuda hene û wiha axivî:
"Penîrê Qerejdaxê, yê Çewlîgê, yê Mazîdaxê û yê Hatayê li vir tên firotin."
Bi rêya kargoyê dişînin bajaran
Esnafên bazarê ne tenê ji bo kesên li bajêr in, her wiha ji bo mişteriyên xwe yên li bajarên din jî berheman dişînin.
Penîrfiroşekî da zanîn ku ew ji bo kesên li derveyî bajêr bi rêya kargoyê siparîşan dişînin û got:
"Yên tên vir ji xwe re dikirin. Yên nikarin bên jî siparîşê didin û em bi rêya kargoyê dişînin Mêrdînê, Şirnexê û heta Çanakkaleyê."
Jineke ku ji bo serdana dêya xwe ji Edîrneyê hatiye Amedê li ser bazarê got:
"Ez li bajarê Edîrneyê bûk im û ez hatime mala dêya xwe.
Ez ji bo kirîna pêdiviyan hatim vê derê.
Li Edîrneyê jî ev tişt hene lê wekî berhemên vir nînin."
Li vê bazara dîrokî zêdetirî 80 dikanan salê 12 mehan û hefteyê 7 rojan vekirî ne û xizmetê didin welatiyan.



