Hewlêr (Rûdaw) – Bilindahiyên parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê piştî barîna berfê ya ku 2 roj in berdewam dike, spî bûne.
Şert û mercên zivistanê yên dijwar bandorê li jiyana rojane dikin.
Dîmenên çiyayên berfînî bi dronê hatine qeydkirin.
Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê jî barîna berfê li herêmên bilind bandora xwe berdewam kir.
Bi barîna berfê re zeviyên çandiniyê û gund spî bûn.


