Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê siyasî yê Kurd Aydin Kudat ku berdana wî berê 6 caran hatibû taloqkirin, piştî 34 salên li girtîgehê hat berdan û gihîşt bajarê xwe Amedê.
Aydin Kudat sala 1992yan li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû girtin û pişt re cezayê hetahetayê lê hatibû birîn.
Ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekiribû
Berdana Kudat ji ber ku daxwazên "poşmaniyê" yên Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê red kiribûn, berî niha 6 caran hatibû bipaşxistin.
Kudat piştî temamkirina cezayê xwe ji Girtîgeha Karabukê hat berdan.
Li Balafirgeha Amedê hat pêşwazîkirin
Girtiyê Kurd 12ê Çiriya Paşîn a 2026an bi balafirê çû Amedê.
Aydin Kudat li Balafirgeha Amedê ji aliyê malbata xwe û endamên Şaxa Amedê ya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat pêşwazîkirin.
Kudat piştî pêşwaziya li balafirgehê, tevî malbata xwe derbasî navçeya Bismilê bû.



