Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de xwest ku Peymana Şingalê bi temamî bê bicihanîn û hemû hêzên çekdar ên neyasayî ji herêmê derkevin.
Îro 11 sal di ser rizgarkirina Şingalê re derbas dibin.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi helkefta derbasbûna 11 salan a di ser rizgarkirina Şingalê re daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku beriya 11 salan bi operasyoneke Hêzên Pêşmergeyan a bi fermandariya Serok Mesûd Barzanî, bi bexşîna 500 şehîdan û 3 hezar birîndaran, Şingal û Çiyayê Şingalê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.
Parlamentoya Kurdistanê her wiha her hewla ku doza Kurdên Êzidî û qurbaniyên wan ji bo mebestên siyasî bi kar tîne bi tundî şermezar kir.
"Divê Peymana Şingalê bê bicihanîn"
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya bicihanîna Peymana Şingalê kir û ragihand:
"Pêwîst e xelkê Şingalê û Êzidî bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û hêzên çekdar ên neyasayî deverê biterikînin."
Parlamentoyê her wiha xwest ku koçber bi serbilindî vegerin ser warên xwe, birînên wan bên pêçandin û zererên madî û manewî yên qurbaniyan bên qerebûkirin.
"Tawana li dijî mirovahiyê û komkujî"
Di daxuyaniya parlamentoyê de hat diyarkirin ku rêxistina terorîst a DAIŞê di dema êrişa li ser deverê de, li dijî nirxên olî û mirovî hemû rêkar bi kar anîne.
Hat destnîşankirin ku DAIŞê ji bo guhertina demografiya herêmê, jiholêrakirina nasnameya hezar salan a olî û neteweyî, wêrankirina perestgehan, guhertina olê ya bi darê zorê, kuştina bikom û kolekirina mirovan xebitiye ku ev hemû li gorî yasayên navneteweyî wekî "tawana li dijî mirovahiyê û komkujî" tên pênasekirin.
"Pêşmergeyan rê neda gelê me di bin zilmê de bijî"
Serokatiya Parlamentoyê berxwedana xelkê deverê bilind nirxand û di daxuyaniyê de got:
"Ev salveger tenê bibîranîn nîne, bilindragirtina berxwedana bêhempa ya xwişk û birayên me yên Êzidî ye ku rû bi rûyî tawana komkujiyê bûn lê ti hêzekê nekarî vîna wan bişkîne.
Her wiha rêzgirtin e ji bo qurbaniyên Pêşmergeyên qehreman ku bi xwîna xwe ev destan tomar kir û îsbat kir ku rê nadin ti parçeyek ji gelê me di bin zilmê de bijî."
Di dawiya daxuyaniyê de Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir ku parastina mafên destûrî û neteweyî yên Kurdên Êzidî parçeyekî sereke yê kar û bernameyên wan e û ew dê li ser gihandina dengê Şingalê bi cîhanê bidomînin.



