Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar ragihand ku piştî civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 27ê Çiriya Paşîn, tê çaverêkirin ku yasaya çarçoveyê were bicihanîn.
Çarndar her wiha da zanîn ku di destpêka meha kanûna pêşîn de jî Komîteya Çavdêriyê ya Parlamentoyê were avakirin.
Çandar qala rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di pêvajoyê de jî kir û got:
“Nêçîrvan Barzanî ji berê ve di warê aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê de kedeke gelekî girîng daye, piştgirî daye vî karî û bi hemû aliyan re axiviye.”
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser pêjavoyê pirsên Wehbê Romiyê bersivandin.
Çandar li ser qonaxa pêvajoya çareseriyê, hevdîtinên li Parlamentoyê, yasaya taybet a bi pêvajoyê re, çarenivîsa gerîlayên PKKyê û girtiyên siyasî û rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di vê pêvajoyê de nirxandinên girîng kirin.
"Dîrokên kilît: 27ê Çiriya Paşîn û destpêka meha Kanûna Pêşîn"
Çandar bi bîr xist ku yasaya çarçoveyê 10ê Tebaxê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengên 467 parlamenteran hatiye qebûlkirin.
Wî da zanîn ku piştgiriya ji bo vê yasayê ya di nav parlamentoyê de ji sedî 80 ye ku di dîroka parlamentoyê de ev rêje kêm tê dîtin.
Çandar destnîşan kir ku ew ji bo bicihanîna yasayê li benda biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyeyê ne ku çekdanîna PKKyê piştrast bike û got:
"27ê Çiriya Paşîn û destpêka meha Kanûna Pêşîn di pêvajoyê de dîrokên kilît in.
Eger Desteya Ewlehiya Neteweyî di civîna xwe ya 27ê Çiriya Paşîn de rapora bêçekbûnê teqez bike û Serokkomar Erdogan yasayê bixe meriyetê, di destpêka meha Kanûna Pêşîn de Komîteya Çavdêriyê ya Parlamentoyê ku ji 12-13 kesan pêk tê û di bin serokatiya Numan Kurtulmuş de ye dê were avakirin.
Bi vê yekê re jî serlêdana ji bo bicihanîna yasayê tê kirin."
Li ser daxuyaniyên Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin ên derbarê wan kesên ku di çarçoveya yasayê de nînin, Çandar got ku Kalin diyar kiriye ku dibe hinek endam demekê li Herêma Kurdistanê bimînin û paşê ji bo wan jî sererastkirineke yasayî were kirin.
Çandar bal kişand ser gotinên Kalin ên li ser demokratîkbûnê jî û li pey çû:
"Îbrahîm Kalin got ku çekdanîn tenê lingekî vî karî ye. Eger ew zemîna ku bû sedema têkoşîna bi çekan neyê rakirin, bêçekbûn dê kêm bimîne.
Ji ber vê yekê gavên demokratîkbûnê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan pêwîst in."
"Girtîgeh dê vala bibin û pergala qeyûman dê bi dawî bibe"
Parlamenterê DEM Partiyê tekez kir ku piştî yasa bikeve meriyetê dê sedemên tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan nemînin û girtiyên siyasî jî werin berdan û wiha pê de çû:
"Ev yasaya ku derketiye di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e ku li ser pirsgirêka Kurdan metneke hiqûqî pêk tîne. Em li bendê ne ku ev yasa bikeve meriyetê.
Dema ev yek pêk hat, nabe ku siyasetmedarên wekî Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de bimînin û nabe pergala qeyûman bidome.
Girtîgeh dê vala bibin, bi hezaran kes dê ji çiya û ji sirgûna Ewropayê vegerin welatê xwe."
"Rola navbeynkariyê ya Nêçîrvan Barzanî"
Cengîz Çandar qala rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di pêvajoyê de kir û got:
"Nêçîrvan Barzanî ji dema xwe ya berê ve di warê aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê de kedeke gelekî giranbuha daye.
Wî piştgirî daye vî karî û bi hemû aliyan re axiviye. Di vê qonaxê de jî me dît ku ew bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di vê demê de roleke gelekî girîng û diyarker a navbeynkariyê dilîze û peyama wê yekê dide ku em dikarin derbasî rojeveke erênî bibin."
Çandar her wiha got:
“Du roj berê di civîna Enqereyê de me ji devê Îbrahîm Kalin bihîst ku birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Îraqê wekî berê niha jî roleke pir girîng dilîze.
Nêçîrvan Barzanî 24 saetan piştî van gotinan li Antalyayê hem bi Kalin re ku ev gotin gotibûn û hem jî bi Serokkomar Erdogan re civiya.
Ev yek nîşan dide ku ew dê di vê qonaxê de jî beşdariyeke girîng bike. Ez bawer im ew dê roleke diyarker bilîze.”


