Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Birêvebir a Navendî ya PSKyê encamnameya civîna xwe ya 13ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di civîna xwe de pêşhatên siyasî yên li herêmê, Bakur û Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxandin û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.
Komîteya Birêvebir a Navendî ya PSKyê di daxuyaniya xwe de damezirandina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) silav kir.
PSKyê diyar kir ku Hevbendî bi hewldana hevbeş a partî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên welatparêz li Bakurê Kurdistanê hatiye îlankirin û ev pêngav xwedî nirxekî dîrokî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Ev gav dê hêz û lezeke nû bide têkoşîna neteweyî û demokratîk a gelê Kurd.
Ji bo me girîng e ku Hevbendî veguhere platformeke domdar ku beş û pêkhateyên cuda yên gelê me li dora armancên hevbeş bicivîne û baweriya di navbera wan de xurt bike."
PSKyê her wiha destnîşan kir ku ew amade ne derfetên xwe yên siyasî û rêxistinî ji bo serkeftina Hevbendiyê bi kar bînin.
'Em ji krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê dilgiran in'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku aloziyên vê dawiyê yên li Başûrê Kurdistanê û krîza siyasî ya piştî civîna Parlamentoya Kurdistanê çavkaniya dilgiraniyeke mezin in.
PSKyê hişyarî da ku kûrbûna nakokiyan û têkçûna aramiya li Herêma Kurdistanê dikare destkeftiyên neteweyî bixe bin metirsiyê û bangî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir:
"Em bangî hemû aliyên siyasî, bi taybetî li PDK û YNKyê dikin ku ji daxuyaniyên tund ên ku aloziyê zêde dikin dûr bikevin û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Em piştgiriyê didin banga Birêz Mesûd Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û avakirina hikûmeteke neteweyî ya berfireh ku hemû beşên gelê me tê de beşdar bibin."
'Gotinên nijadperest tên şermezarkirin'
PSKyê di beşeke din a daxuyaniya xwe de bertek nîşanî êriş û daxuyaniyên li dijî Hevbendiyê da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hin derdorên nijadperest dixwazin daxwazên rewa yên gelê Kurd wekî pirsgirêkeke ewlehiyê nîşan bidin û hat gotin:
"Parastina nasnameya neteweyî û bipêşxistina têkoşîna siyasî ya demokratîk mafekî rewa û gerdûnî yê gelê Kurd e.
Em wan nêrînan red dikin ku hewldanên yekîtiya siyasî dikin armanca dijminahiyê û em daxuyaniyên nijadperest bi tundî şermezar dikin."
PSKyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew dê ji têkoşîna xwe ya ji bo paşerojeke azad, wekhev û demokratîk a li Kurdistanê ti carî bi paş ve gav neavêjin.
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) hat ragihandin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk daxuyaniya encamnameyê ya bi Kurdî xwend.
Mustafa Ozçelîk mizgînî da ku wan wekî partî, tevger, kom, dezgehên civakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî bi biryareke hevbeş Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ava kiriye.



