کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Seyîd Riza li Dêrsimê hat bibîranîn: Berî 89 salan hat şehîdxistin

Ali Haydar Gozlu

Ali Haydar Gozlu

15-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ali Haydar Gozlu
Ali Haydar Gozlu15-11-2026

Nûçeyên Têkildar

PSK: Em ji krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê dilgiran in
Kurdistan15-11-2026

PSK: Em ji krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê dilgiran in

Li Dêrsimê girtina pezkoviyan a bi toran bû sedema nerazîbûnan
Kurdistan15-11-2026

Li Dêrsimê girtina pezkoviyan a bi toran bû sedema nerazîbûnan

HAT NÛKIRIN - Li Îlamê otobusek wergeriya: Bi dehan mirî û birîndar hene
Kurdistan14-11-2026

HAT NÛKIRIN - Li Îlamê otobusek wergeriya: Bi dehan mirî û birîndar hene

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di salvegera 89an a bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.

Rêberê Kurdan Seyîd Riza û hevalên wî 15ê Çiriya Paşîna 1937an li Qada Genim a Xarpêtê hatibûn bidarvekirin.

Endamên Yekîtiya Nivîskaran a Dêrsimê ji bo bibîranîna pêşengên Dêrsimê serê sibehê li Qada Seyîd Riza ya li navenda bajêr hatin ba hev.

Merasîm demjimêr 09:37an bi vêxistina mûman dest pê kir.

Vêxistina mûman a di vê xulekê de bal kişand ser sala bidarvekirina wan a 1937an.

Gul danîn ber peykerê Seyîd Riza

Endamên yekîtiyê mûm li dor peykerê Seyîd Riza vêxistin û pişt re jî gul danîn ber peykerê wî.

Beşdaran ji bo giyanê Seyîd Riza û hevalên wî xulekekê rêz girt û bêdeng man.

Di bernameya bibîranînê de ti axaftin nehatin kirin û çalakî bi merasîma bêdeng bi dawî bû.

Birîneke kûr a dîroka Kurdan

Dîroka 15ê Çiriya Paşîna 1937an di dîroka Dêrsimê û tevahiya Kurdistanê de wekî rojeke reş û birîneke kûr tê dîtin.

Wê demê Rêberê Kurdan Seyîd Riza, kurê wî Reşik Huseyîn, Şahan, Usênê Seydî, Aliye Mîrzê Silî, Hesenê Îvraîmê Qizî û Hesen Axa piştî darizandineke lezgîn ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Qada Genim a Xarpêtê hatibûn şehîdxistin.

Seyîd Riza beriya ku biçe ser daraxacê gotibû, "Min serî li ber vir û hîleyên we netewand, bila ev ji min re bibe derd û min li ber we çok veneda, bila ev jî ji we re bibe keder."

Tevî ku 89 sal di ser bidarvekirina pêşengên Dêrsimê re derbas bûne jî desthilatdarên Tirkiyeyê heta niha cihê gorên wan eşkere nekiriye.

Malbatên wan, saziyên sivîl û xelkê Dêrsimê her sal di vê rojê de dixwazin ku dewlet cihê gorên wan eşkere bike, arşîvên Komkujiya Dêrsimê veke û bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.

Pirsên