Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Emmanuel Mignot ragihand ku aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê gaveke yasayî ye.
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Emmanuel Mignot li Pirmamê bi Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî re civiya.
Di hevdîtinê de piştgiriya Fransayê ya ji bo qewareyeke bihêz û yekgirtî ya Herêma Kurdistanê hat nûkirin û tekezî li ser girîngiya diyaloga navbera PDK û YNKyê hat kirin.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî Mignot piştgiriya Fransayê ya ji bo statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ya di nava Îraqê de anî zimên.
Mignot tekez kir ku Herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî hem di berjewendiya miletê herêmê û hem jî di berjewendiya Fransayê de ye.
Mignot diyar kir ku Fransa aktîfkirina ji nû ve ya parlamentoyê wekî "gaveke yasayî" dibîne.
Wî destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî berdewamiya guftûgoyên navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) teşwîq dikin.
“Li gorî hemû prosedurên yasayî gav hatine avêtin”
Endamê Polîtburoya PDKyê Hêmin Hewramî di hevdîtinê de axivî û pêvajoya aktîfkirina ji nû ve ya parlamentoyê ya 2 sal piştî hilbijartinan nirxand.
Hewramî destnîşan kir ku ev gav bi temamî li gorî hemû prosedurên yasayî û rêziknameya navxweyî hatiye avêtin.
Hewramî her wiha da zanîn ku li gorî peyama dawî ya Serok Mesûd Barzanî, PDK ji bo diyaloga bi YNKyê re amade ye û pêbendiya xwe ya ji bo vê pêvajoyê careke din anî zimên.



