Hewlêr (Rûdaw) - Piştî girtina nêzîkî du salan Koşka Dadê ya li bajarê Qamişloyê bi fermî ji nû ve hat vekirin.
Koşka Dadê îro bi armanca çalakkirina saziyên dadweriyê û vegerandina rola wan dest bi xebatê kir.
Parêzgar û birêvebirên herêmê beşdar bûn
Di merasîma vekirinê de Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed, Dozgerê Giştî û Şêwirmendê Dadweriyê yê parêzgeha Hisîçayê Xazî Şêx Îbrahîm amade bûn.
Her wiha Birêvebira Herêma Qamişloyê Cîhan Hesam û hinek dadwer û mafnas jî beşdarî merasîmê bûn.
Dosyayên sekinî dê bên şopandin
Biryar e ku beşên dadweriyê yên li Koşka Dadê qonax bi qonax dest bi xebatên xwe bikin.
Ew dê pêşwaziya welatiyan bikin û doz, dosya û kar û barên ku sekinîbûn ji nû ve bişopînin.
156 parêzer neketine nava sendîkayê
Endamê Sendîkaya Parêzeran Xalid Omer li ser rewşa parêzeran diyar kir ku 156 parêzerên Rêveberiya Xweser neketine nava sendîkayê.
Pêştir mehên Nîsan û Gulana 2026an, hewldanên şandeyeke Wezareta Dadê yên ji bo wergirtina avahiya Koşka Dadê rastî astengiyan hatibûn û bi ser neketibûn.
Sedema wê jî ew bû ku kesên di hundirê avahiyê de valakirina wê red kiribû.
.webp&w=3840&q=75)

