Hewlêr (Rûdaw) - Seyîd Riza û rêhevalên wî di 89 salvegeriya sêdaredana wan de li Dersimê bi çalakiyên watedar hatin bîranîn.
Bernameyên ku di nava rojê de dest pê kiribûn êvarê jî bi heman hestiyariyê berdewam kirin.
Li Meydana Seyîd Riza, tam saet 19:37an çirûska bîranînê geş bû çira hatin vêxistin û kilamên xemgîn sînorên şevê rûxandin.
Dengê hunermend Zeyneb Kiliç, Hasan Alî Rêber Dilêr tevlî dengê gel bû û bi yek awazî kilam hatin hûnandin.
Li dora peykerê Seyîd Riza, ji mûman hejmara"1937" hat nexşandin û meydan bi qerenfîlên ku ji bo bibîranîna şehîdan hatibûn danîn hat xemilandin.









