Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li Ameda Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got, “Divê em qonaxa bêdengbûna çekan baş binirxînin.”
Hatimogullariyê her wiha got, "Ev pêvajo ji bo vekirina hemû qadên têkoşîna demokratîk gelekî girîng e."
Tulay Hatimogullari li Navenda Çandê ya Sezai Karakoç a Amedê beşdarî Foruma Ciwanan a "Budceya ji bo Nan, Aştî û Dadmendiyê" bû û pirsên ciwanan bersivandin.
Hevseroka DEM Partiyê di axaftina xwe de bal kişand ser rola ciwanan a di têkoşînên dîrokî yên Tirkiyeyê de û diyar kir ku ciwanan di gelek têkoşînên wî welatî de roleke mezin lîstiye.
"Divê em dengê xwe bigihînin civakê"
Hatimogullariyê li ser pêvajoya çareseriyê anî zimên ku ev pêvajo ji bo vekirina hemû qadên têkoşîna demokratîk gelekî girîng e û wiha got:
"Divê em vê pêvajoya ku tê de çek bêdeng dibin û şer û pevçûn rawestiyane wekî zemînekê binirxînin da ku em bikarin bi hêzeke zêdetir dengê xwe bigihînin civakê.
Em bi bernameya xwe ya ku ne tenê rexneyan digire lê pirsgirêkan çareser dike, dixwazin birêvebiriya welêt bigirin dest."
Têkoşîna li dijî bêkarî û xizaniyê
Tulay Hatimogullariyê qala pirsgirêkên ciwanan jî kir û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî bêkarî û xizaniyê pêkan e.
Wê bi bîr xist ku Tirkiye bi çavkaniyên xwe yên heyî welatekî çandiniyê ye û got:
"Eger em van çavkaniyan bi awayekî rast plan bikin û hilberînê bi pêş bixin, em dikarin bigihîjin encameke rastîn."
Kî beşdarî forumê bû?
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren û Sevilay Çelenk, Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Fatime Uzul û Yunus Muratakan û Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay jî beşdarî forumê bûn.
Her wiha hevserokên şaredariyên navçeyên Amedê û gelek siyasetmedar û ciwan di forumê de amade bûn.

.webp&w=3840&q=75)

