کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cihê ku hatiye bombebarankirin / Wêne: Ji vîdeoyê

Cihê ku hatiye bombebarankirin / Wêne: Ji vîdeoyê

Kurdistan

Li Soranê êrişî baregeha Komeleyê hat kirin

RÛDAW

RÛDAW

16-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW16-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê dengekî bilind hat bihîstin.

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb diyar kir ku li herêmê bombebaran çêbûye.

Berpirsên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê jî ragihand ku êriş li ser baregeha wan pêk hatiye û ti zerer canî çênebûye.

"Em nizanin bi çi êriş kirine"

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb îro ji Rûdawê re got:

"Li sînorê Geliyê Alaneyê bombebaranek çêbû lê em hîn nizanin bi çi cure çekî bûye û lêkolînên me didomin."

"Bi du mûşekan lê dan"

Endamê Komîteya Navendî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê Aram Muderisî ji Rûdawê re axivî û ragihand:

"Bi 2 mûşekan êriş hat kirin. Baregeha me ya li Geliyê Alaneyê hat armanckirin."

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan ê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê Elî Rencberî jî da zanîn ku êriş piştî nîvro demjimêr 02:40î pêk hatiye û mûşek li xala kontrolê ya baregehê ketine.

Rencberê eşkere kir ku ti zerere wan a canî nîne.

Daxuyaniya Komeleyê

Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistan ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand:

"Ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi mûşekan êrişî binke û baregehên me hat kirin. Bi kêfxweşî radigihînin ku hêzên me silamet in."

Amarên êrişên li ser Herêma Kurdistanê

Li gorî şopandina Rûdawê ya li ser wan êrişên ku tên ser Herêma Kurdistanê, ji destpêka şer ve di 28ê Sibatê de bi zêdetirî hezar û 20 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de 32 kes mirin û 156 kes jî birîndar bûn.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên