Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî 133 kesên ku biryara girtina wan hebû hatin desteserkirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Amedê, bi hevahengiya Tîmên Lêkolîna Sûcan ên Cendirmeyan (JASAT) û bi beşdariya tîmên cendirmeyan ên navçeyan ji bo girtina kesên lêgerîn li ser wan hebû operasyon li dar xist.
Di nav wan de kujer jî hene
Parêzgariya Amedê li ser operasyonan daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, di nav kesên hatine desteserkirin de kesên ku ji ber sûcên wekî kuştina biqestî, dizî, bazirganiya madeyên hişbir, talan, destdirêjiya zayendî ya li zarokan û qaçaxçîtiya mirovan dihatin gerîn jî hene.
Cezayê wan ê girtîgehê hebû
Hat ragihandin ku ji wan 133 kesên desteserkirî, cezayê teqez ê girtîgehê yê 8 kesan di navbera 10 û 20 salan de ye.
Her wiha yê 25 kesan di navbera 5 û 10 salan de, yê 44 kesan di navbera 2 û 5 salan de û yê 56 kesan jî di bin 2 salan de ye.
133 kesên ku di operasyonan de hatin desteserkirin piştî kar û barên fermî yên li cendirmeyê sewqî dadgehê hatin kirin.


