Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Entegrasyonê piştî civîna bi Birêvebiriya Zanîngeha Rojavayê re, peymana ji 5 xalan pêk tê ragihand.
Peyman statuya fakulteyan, sîstema qebûlkirina xwendekaran û zimanê perwerdeyê li xwe digire.
Li gorî biryarê, xwendekarên ku ji xeynî fakulteya bijîşkiyê di fakulteyên din de qeydkirî ne, heta ku mezûn bibin dê perwerdeya xwe bi Kurdî bidomînin.
Komîteya Entegrasyonê li ser paşeroja zanîngehê hûrgiliyên peymana nû ya ji 5 xalan bi raya giştî re parve kirin.
Hat ragihandin ku ji bo şandeya serokatiya zanîngehê re jî agahdarî hatiye şandin da ku li gorî naveroka peymanê tevbigerin.
Hat diyarkirin ku ev gav di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de ye.
Ew peyman ji bo entegrasyon û yekkirina saziyên sivîl, îdarî, ewlehî û perwerdeyê di navbera hikûmeta Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de hatibû îmzekirin.
Statuya fakulteyan û girêdana bi Zanîngeha Feratê ve
Li gorî xala yekem a peymanê, fakulteyên Zanîngeha Rojavayê yên ku di sîstema bicihkirinê ya Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê de qeydkirî ne, dê wekî "fakulteyên fermî yên ser bi Kompleksa Fakulteyan a Qamişloyê" bên qebûlkirin.
Ev fakulte dê heta ku Zanîngeha Hisîçayê were damezirandin, bi awayekî demkî bi Zanîngeha Feratê ve bên girêdan.
Komîteyê da zanîn ku serlêdanên ji bo van fakulteyan dê tenê bi rêya lînka fermî ya bicihkirinê ya Wezareta Xwendina Bilind bên kirin û got:
“Di nava çend rojan de dê ji hemû parêzgehên Sûriyeyê xwendekar bên qebûlkirin.”
Fakulteyên li derveyî sîstemê û xwendekarên berê
Di xala duyem de hat tomarkirin ku heta Zanîngeha Hisîçayê were damezirandin, di vê sala xwendinê de ji bo fakulteyên ku di sîstema wezaretê de nînin xwendekarên nû nayên qebûlkirin.
Lê belê xwendekarên ku berê li van fakulteyan qeyda xwe çêkirine, dê li gorî mufredata ku berê li Rêveberiya Xweser hatibû pejirandin, heta dema mezûnbûnê perwerdeya xwe bidomînin.
Hişyariya li ser serlêdana serbixwe ya zanîngehê
Di xala sêyem de hat destnîşankirin ku pêvajoya qebûlkirin û bicihkirinê ya ku Zanîngeha Rojavayê bi înîsiyatîva xwe ragihandiye ne derbasdar e.
Komîteyê hişyarî da û got:
“Pêvajoya qebûlkirin û bicihkirinê ya ku zanîngehê li derveyî çarçoveya Wezareta Xwendina Bilind ragihandiye ji aliyê wezaretê ve nayê naskirin.
Ji ber vê yekê, qeydkirina bi vê rêyê nabe sedem ku xwendekar bikeve nav sîstema fermî ya xwendina bilind û xwendekar li derveyî vê sîstemê dimîne.”
Di xala çarem de hat diyarkirin ku ji bo hemû xwendekarên ku heta niha serî li sîstema bicihkirinê ya Wezareta Xwendina Bilind nedane, li gorî şert û demên ku wezaretê diyar kirine derfeta serlêdana li ser "tijîkirina kontenjanên vala" berdewam dike.
Di perwerdeya bi Kurdî de îstîsnaya fakulteya bijîşkiyê
Di xala pêncem û dawî de ku zimanê perwerdeyê saz dike ev tişt hatin gotin:
“Derbarê wan fakulteyên ku di dersan de xwe dispêrin perwerdeya bi Kurdî ji bilî fakulteya bijîşkiyê, xwendekarên li van fakulteyan qeydkirî ne heta ku mezûn bibin dê perwerdeya xwe ya bi Kurdî bidomînin.”
Paşxaneya pêvajoyê
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê dawiya meha borî biryar dabû ku Zanîngeha Rojavayê ya li Qamişloyê bi Zanîngeha Feratê ve û Zanîngeha Kobaniyê jî bi Zanîngeha Helebê ve dê were girêdan.
Endamê Kurd ê Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya Parlamentoya Sûriyeyê Ehmed Murad jî 30ê Çiriya Pêşîn ji Rûdawê re ragihandibû ku ev rêxistin tedbîreke demkî ye.
Ehmed Murad dabû zanîn ku heta projeya damezirandina zanîngeheke serbixwe li parêzgeha Hisîçayê were pejirandin, navê Zanîngeha Rojavayê wekî "Kompleksa Fakulteyan a Qamişloyê" hatiye guhertin û ji aliyê îdarî ve bi Zanîngeha Feratê ve hatiye girêdan.


