Hewlêr (Rûdaw) - Biryara girêdana Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Feratê ya hikûmeta Sûriyeyê ve û guherîna pergala perwerdeya bi Kurdî, bû sedema nerazîbûna xwendekarên Rojavayê Kurdistanê.
Xwendekaran li Qamişloyê şandeyeke hikûmeta Şamê dorpêç kir. Di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de 25 xwendekar birîndar bûn.
Pêla bertekan sînorê Hisîçayê derbas kir û gihîşt Zanîngeha Kobaniyê ya li parêzgeha Helebê jî.
Roja duşemê şandeyeke bilind a "Komîteya Têkelkirinê" ya ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve ji bo yekalîkirina mekanîzmaya girêdana zanîngehê gihîşt avahiya Serokatiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê.
Bi sedan xwendekaran bi bilindkirina Ala Kurdistanê û bi dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" nerazîbûna xwe nîşan da.
Xwendekaran rê li ber karwana otomobîlên şandeya Şamê girt û nehişt ew derkevin heta ku bersiva daxwazên wan nedin.
Li gorî şahidên bûyerê, hêzên ewlehiyê tundûtûjî li hemberî xwendekaran bi kar anî.
Şahidek: 25 xwendekar birîndar bûn û guh nedan me
Xwendekarekî ku di dema bûyerê de birîndar bûbû, li hewşa Zanîngeha Rojava ji Nûçegihana Rûdawê Vîvyan Fetahê re axivî:
"Em zimanê xwe dixwazin, em mafê xwe dixwazin û em heqaretê qebûl nakin.
Wan wisa nêzîkî me bûn ku qey em nînin.
Ji bo ku bersiva me bidin ji otomobîlên xwe jî peya nebûn.
Bi zorê û bi avêtina kevran êrişî me kirin.
25 xwendekar ji me birîndar bûn û midaxeleya ewil a tenduristiyê ji bo me hat kirin."
Ew xwendekarê pola duyem a Beşa Erdnîgariyê tekez kir ku ew li dijî pêvajoya yekbûn û têkelbûna akademîk nînin lê vê gavê ya ji bo jêbirina nasnameya zanîngeha xwe red dikin û got:
"Em naxwazin zanîngeha me bê girtin yan xwendekar ber bi Dêrezor, Heleb û Şamê ve bên belavkirin.
Em dixwazin Zanîngeha Rojava û perwerdeya bi zimanê Kurdî wekî xwe bimînin."
Di heman demê de, dayîka xwendekarekî bi dengekî bi hêrs bangî Serokkomarê qonaxa veguhastinê yê Sûriyeyê Ehmed Şer kir û got:
"Em ji hikûmeta Şamê dix

