Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand ku li dijî birêvebirên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) dest vi operasyonên desteserkirinê hatiye kirin.
Meclisa Partiyê ya PSKyê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişên li ser HEVBENDÎyê ya ku 7ê Çiriya Paşîna 2026an li Amedê hatibû damezirandin berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrişên nijadperest û şovenîstên Tirk, niha operasyonên desteserkirinê yên li dijî birêvebirên HEVBENDÎyê hatine destpêkirin.
Kesên ku hatine desteserkirin
Li gorî agahiyên destpêkê yên ku gihîştine PSKyê, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî Parêzer Hesen Dagtekîn li Enqereyê hatine desteserkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku birêvebirê PÊLKURDê Fuad Onen, nûnerên kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî Alî Oncu û Rojbîn Bukun û li Amedê jî Alî Çeven, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Aryan Serhed û Alî Aydin hatine desteserkirin.
“Ev zext nikarin me bitirsînin”
PSKyê tekez kir ku ev êrişên li dijî HEVBENDÎyê berdewamiya polîtîkayên zext, înkar û tunekirina nasnameya neteweyî ne ku li dijî gelê Kurd tên meşandin.
Meclisa Partiyê ya PSKyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Divê ev yek baş were zanîn, ev zext û zordestî û desteserkirina birêvebirên me nikarin me bitirsînin û ji têkoşîna xwe dûr bixin. Em dê heta ku gelê Kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixe, bi hev re û bi hemû aliyên welatparêz re têkoşîna xwe bidomînin.”
Banga ji bo helwestgirtinê
PSKyê bangî hemû hêz, kesayetî û aliyên xwedîhest kir ku li dijî êrişên li ser HEVBENDÎyê dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin û got:
“Zext û zordestî nikarin me ji têkoşîna xwe vegerînin. Em dê piştgirî û xwedîlêderketina xwe ya li HEVBENDÎyê bidomînin.”


