Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Roja Ziman û Çanda Tirkmenan pîrozbahî li Tirkmenên Kurdistan û Îraqê kir.
Nêçîrvan Barzanî îro li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Îro bi helkefta Roja Ziman û Çanda Tirkmenan, ez bi germî pîrozbahiyê li Tirkmenên Kurdistan û Îraqê dikim."
"Em bi rêz li rola wan a dîrokî dinêrin"
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi rola pêkhateya Tirkmen kir û wiha pê de çû:
"Em bi rêz û pêzanîn li amadebûn û rola wan a dîrokî û çandî dinêrin."
Nêçîrvan Barzanî her wiha behsa girîngiya bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir:
"Em tekeziyê li ser piştgiriya xwe ya domdar dikin ji bo parastin û bipêşxistina ziman, rewşenbîrî û mafên çandî yên pêkhateya Tirkmen û hemû pêkhateyan wekî bingeha sereke ya bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê."



