Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Wezîra Federal a Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê Reem Abali Radovanê û şandeya pê re pêşwazî kirin.
Şandeya Almanyayê ji hejmarek endamên Parlamentoya Almanyayê, berpirsên wezaretê û Karbirêkerê Balyozxaneya Almanyayê ya li Bexdayê pêk hatibû.
Di civînê de têkiliyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.
Her wiha xurtkirina hevkariya hevbeş a di warên bipêşketin, aborî û hilberînê de û domandina piştgiriya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Spasiya Almanyayê hat kirin
Nêçîrvan Barzanî rêz û spasiya Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya domdar a Almanyayê ya di warên cuda de ducare kir.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina têkilî û hevkariyên bi Almanyayê re kir.
Peyama Almanyayê ya li ser aramiyê
Ji aliyê xwe ve, Reem Abali Radovanê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî zimên.
Radovanê pêbendbûna welatê xwe ya bi domandina piştgirî û hevkariya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ya di warên aborî, bipêşketin û aramiyê de ducare kir.
Rewşa Êzidiyan hat gotûbêjkirin
Di beşeke din a civînê de rewşa Kurdên Êzidî, pêşhatên dawî yên herêmê û çend pirsên din ên girîng û hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bû.


