Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk li ser operasyona li dijî HEVBENDÎyê got, “Ev operasyon di rastiyê de nîşaneya bêtehamuliya dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd e, bêtehamuliya pejirandina me ya têkoşîna bi rêyên siyasî ye.”
Li hemberî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyon hat kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî Parêzer Hesen Dagtekîn li Enqereyê hatine desteserkirin.
Her wiha di birêvebirê PÊLKURDê Fuad Onen, nûnerên kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî Alî Oncu û Rojbîn Bukun û li Amedê jî Alî Çeven, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, Aryan Serhed û Alî Aydin hatine desteserkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku polîsên Stenbolê bi ser mala wî ya li Stenbolê de girtiye û li ser wî biryara desteserkirinê heye.
Mustafa Ozçelîk îro di daxuyaniyekê de da zanîn ku li Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyoneke berfireh a desteserkirinê hatiye lidarxistin.
Ozçelîk eşkere kir ku heta niha zêdetirî 10 hevalên wan ên ji HEVBENDÎyê hatine desteserkirin û operasyon berdewam dike.
“Li malê tenê dêya min hebû”
Serokê Giştî yê PWKyê diyar kir ku ew piştî Konferansa HEVBENDÎyê ji ber karê xwe yê taybet derbasî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bûye û li ser serdegirtina mala xwe ya li Stenbolê wiha got:
“Polîsên Stenbolê sibê zû saet di 06:00an de bi qelebalixî bi ser mala me ya li Stenbolê de girtiye. Di malê de tenê dêya min hebû.
Polîsan gotiye, 'Li ser Mustafa Ozçelîk biryara desteserkirinê heye. Li kû ye? Divê bê xwe teslîm bike.'
Dêya min jî gotiye ku ew li Hewlêrê ye û li parêzerê min geriyaye. Ji ber ku parêzerê min li nêzîkî wê derê rûdinişt, tavilê çûye mala dêya min.
Piştî ku di malê de lêgerîn hatiye kirin, girtename (tutanak) hatiye nivîsandin û bi dêya min û parêzer dane îmzekirin û polîsan ji malê çûne.”
“Ev operasyon nîşaneya bêtehamuliya li hemberî têkoşîna siyasî ye”
Mustafa Ozçelîk bal kişand ser êriş û gefên piştî ragihandina HEVBENDÎyê û di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir:
“Piştî ku HEVBENDÎyê 9ê Çiriya Paşîna 2026an li Amedê avabûna xwe îlan kir, beşeke berfireh a nijadperest û faşîstên li Tirkiyeyê êrişeke mezin li dijî HEVBENDÎyê dabûn destpêkirin, gef xwaribûn û em hedef nîşan dabûn.
Her çend van cure îxbar û êrişan di vê operasyonê de roleke mezin lîstibin jî ev operasyon di rastiyê de nîşaneya bêtehamuliya dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd e, bêtehamuliya pejirandina me ya têkoşîna bi rêyên siyasî ye.”
“Konferans ne veşartî bû”
Serokê PWKyê destnîşan kir ku Konferansa HEVBENDÎyê li Amedê hatiye lidarxistin û bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re hatiye parvekirin û ne konferanseke veşartî bûye.
Ozçelîk rexne li şêwazê serdegirtina malan girt û got:
“Heger dozgeriyê organîzatorên konferansê ji bo îfadeyê vexwendibûya, dê hemû hevalên me biçûna. Lê belê bi vî rengî serdegirtina malan a di navbera saet 03:00 û 06:00an de rêbazeke ku nayê qebûlkirin e.
Em van desteserkirinan şermezar dikin. Divê hevalên me tavilê werin berdan. Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em dê li hemû qadên jiyanê xwedî li hemû biryarên ku di Konferansa HEVBENDÎyê de hatine girtin, bername û hiqûqa navxweyî ya ku hatiye qebûlkirin derkevin.”



