Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku hêzên wan li xeta sînor a navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke lêgerîn û pişkinînê pêk aniye.
Di operasyonê de 14 kîlogram û 709 gram madeyên hişbir hatin zeftkirin.
Operasyon li sînorê Şemzînanê hat kirin
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro li ser hesabê xwe yê fermî yê torên civakî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, yekîneyên girêdayî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê "di çarçoveya erkên parastina sînor de" li navçeya Şemzînanê operasyoneke lêgerîn û pişkinînê kir.
Radestî cendirmeyan hat kirin
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de wiha hat gotin:
"Di çarçoveya operasyona lêgerîn û pişkinînê ku li xeta sînor a Şemzînanê ya li Colemêrgê hat kirin de, 14 kîlo û 709 gram madeyên hişbir hatin zeftkirin.
Ew madeyên hişbir a ku dest bi ser de hat girtin, radestî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Şemzînanê hat kirin."



