Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danasîna projeyeke geştyariyê ya li Bendava Gomespanê ya Hewlêrê de li ser rojevê daxuyanî da.
Mesrûr Barzanî li ser parastina statuya Herêma Kurdistanê, avakirina hikûmetê, budceya hikûmeta navendî û pirsgirêka karebayê axivî û got ku ji bo parçekirina statuya herêmê hewldan hene.
“Herêma Kurdistanê nayê parçekirin”
Mesrûr Barzanî rexneyên li hemberî xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo bihêzkirin û parastina statuya herêmê diyar kir ku hinek derdorên ku li dijî van gavan derdikevin berê jî heman helwest nîşan dabûn.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku wan derdoran berê jî hewl daye ku Herêma Kurdistanê nebe xwediyê destûra xwe û parlamento careke din neyê çalakkirin.
Barzanî da zanîn ku wan ji bo parastina statuya herêmê hemû derfetên xwe seferber kirine û got ku bi çalakkirina ji nû ve ya parlamentoyê re meşrûiyeta saziyên Herêma Kurdistanê jî hatiye parastin.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser metirsiyên ku herêm pê re rû bi rû ye û wiha got:
“Ji bo parçekirina statuya herêma me hewldanek heye.
Ez li ser navê tevahiya gelê Kurdistanê dibêjim, Herêma Kurdistanê nayê parçekirin.”
“Li dijî dayîna budceyê derdikevin”
Mesrûr Barzanî li ser mafên darayî û pişka budceya Herêma Kurdistanê jî axivî û diyar kir ku ew ji bo misogerkirina mafên darayî yên herêmê têdikoşe û lê zêde kir:
“Em ji bo dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi her awayî têdikoşin lê hinek alî li dijî dayîna budceyê ya ji bo Herêma Kurdistanê hewl didin.”
Banga li aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmetê
Barzanî bal kişand ser pêvajoya avakirina hikûmetê jî û bang li aliyên siyasî kir ku bersiveke erênî bidin banga Serok Mesûd Barzanî.
Barzanî diyar kir ku ji nû ve çalakkirina parlamentoyê li dijî ti partiya siyasî gavek nîne û anî zimên ku armanca vê biryarê parastina statu û saziyên Herêma Kurdistanê ye.
Pirsgirêka karebayê dê kengî çareser bibe?
Mesrûr Barzanî bersiva pirsa li ser asayîbûna xizmetguzariya elektrîkê ya li Herêma Kurdistanê jî da û got ku ev pêvajo girêdayî du mercên sereke ye.
Barzanî diyar kir ku asayîbûna dabînkirina karebayê ji aliyekî ve girêdayî temamkirina xebatên sererastkirinê yên li Qada Gazê ya Kormorê ye û ji aliyê din ve jî girêdayî dabînkirina garantiyên ewlehiyê yên ji bo qadê ye.


