Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li gelek bajaran li dijî birêvebir û endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyon li dar xist.
Di operasyonê bi ser mala Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk de jî hat girtin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk li ser operasyonê û biserdegirtina mala xwe bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Mustafa Ozçelîk da zanîn ku polîsan vê sibehê demjimêr 06:00an li Stenbolê bi ser mala wî de girtiye û tenê dêya wî ya 81 salî li malê bûye.
Ozçelîk diyar kir ku ew ji ber karên xwe li Hewlêrê ye û piştî agahdarkirinê parêzerê wî çûye malê, polîsan zabitname amade kiriye û ji malê derketine.
Li gorî agahiyan, Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Enqere, Amed, Êlih û Mêrdînê li hemberî 51 endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) biryara desteserkirinê daye.
Di çarçoveya operasyonê de heta niha gelek kes hatine desteserkirin.
Di nav kesên desteserkirî de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn, Berpirsê PÊLKURDê Fuat Onen, Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, nûnerên Kesayetên Serbixwe yên Kurdistanî Alî Oncu, Rojbîn Bukun, Alî Çeven û her wiha Aryan Serhed û Alî Aydin hene.
Parêzerên Baroya Amedê ragihand ku lêpirsîn li gorî Madeya 302yan a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê (TCK) bi tohmeta "têkdana yekparçeyî û yekîtiya dewletê" hatiye destpêkirin û 24 demjimêran qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li ser dosyeyê hatiye danîn.
"Hevbendî ne rêxistineke veşartî ye"
Mustafa Ozçelîk li ser van tohmetan destnîşan kir ku HEVBENDÎ tevgereke sivîl û siyasî ye û got:
"Hevbendî ne tiştekî veşartî ye, ne îlegal e. Me di bernameya xwe de bi awayekî pir zelal xebata siyasî û sivîl aniye ziman.
Rêbaza me diyar e. Heger dozgeriyê gazî me bikira, me dikaribû bi hêsanî herin û îfadeya xwe bidin.
Biserdegirtina malan a nîvê şevê rêbazeke çavtirsandinê ye û em vê yekê şermezar dikin."
Ozçelîk bi bîr xist ku Hevbendî mafê çarenivîsa miletê Kurd û serweriya wî diparêze û anî zimên:
"Miletên cîhanê xwediyê çi mafî bin, miletê Kurd jî xwediyê heman mafî ye.
Em bi rêyên siyasî û sivîl têkoşîna xwe dimeşînin û em vê yekê bi dizî nakin, em eşkere dikin."
"Dewlet ji tifaqa Kurdan ditirse"
Mustafa Ozçelîk bal kişand ser rojeva "pêvajoya nû" û helwesta desthilatê rexne kir:
"Dema ku behsa pêvajoyê dikin, hevbendiyeke ku bi xebateke siyasî û sivîl mafê Kurdan diparêze dibe hedefa operasyonan.
Berî vê operasyonê kesên wekî Umît Ozdag û Mustafa Destecî û beşek ji aliyên nijadperest Hevbendî kiribû hedef, ya duyem jî dewleta Tirkiyeyê ji Hevbendiyê ditirse.
Hevbendî dê xwe 3 qat, 4 qat xurttir bike. Hevbendiyê tirs xistiye dilê neyaran.
Hevbendî ne tenê 51 kes e, heger 501 kesî jî bigirin dê têkoşîna me bidome.
Neteweya Kurd 100 sal in çavên wî nehatine tirsandin, çavên me jî natirsin."
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çi ye?
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ji aliyê partî, tevger, kom, saziyên civakî û kesayetên serbixwe yên Bakurê Kurdistanê ve bi biryareke hevbeş hatiye avakirin.
Di hevbendiyê de Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê, PÊLKURD, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û kesayetên serbixwe cih digirin.
Hevbendî 9ê Çiriya Paşîn li Amedê bi civîneke çapemeniyê hatibû ragihandin.
Di konferansa damezirandinê de 170 siyasetmedar amade bibûn û mecliseke ji 51 kesan hatibû hilbijartin.


