Hewlêr (Rûdaw) - Reem Alabali Radovanê li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku vekişîna hêzên Almanyayê ya ji Îraqê nayê wateya paşvegavavêtina alîkariyên ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê.
Radovanê diyar kir ku ew dixwazin di serî de li Mûsil û Şingalê nûjenkirin û hevpariya aborî xurt bikin û tekez kir ku ew di pirsgirêkên navxweyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêalî ne.
Wezîra Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Federal a Almanyayê Reem Alabali Radovanê li Hewlêrê di daxuyaniyên xwe yên ji bo Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê de li ser siyaseta Berlînê ya li hemberî Îraq û Herêma Kurdistanê peyamên girîng dan.
Radovanê kêfxweşiya xwe ya ji bo mana li Herêma Kurdistanê anî zimên û diyar kir ku wê li gel nûnerên hikûmetê civînên gelekî berhemdar pêk anîne.
Wê destnîşan kir ku serdana Îraq û Herêma Kurdistanê nîşaneya eşkere ya berdewamiya dostaniya wan e û anî zimên ku ew li ser paşeroja têkiliyan geşbîn e.
“Em dê şêwazê alîkariya xwe neguherînin, berevajî em dê xurttir bikin”
Radovanê da zanîn ku vekişîna artêşa Almanyayê ya ji Îraqê nayê wê wateyê ku welatê wê hebûna xwe ya li herêmê bi temamî bi dawî dike û got:
“Vekişîna artêşa Almanyayê li ser xwesteka hikûmeta Îraqê pêk hat lê ev nayê wê wateyê ku em dê şêwazê alîkarî û hevkariya xwe biguherînin.
Berevajî vê yekê, em dixwazin hevkariya xwe hîn zêdetir xurt bikin.”
Radovanê bi bîr anî ku wezareta wê di salên borî de di pêvajoya nûjenkirinê ya piştî DAIŞê de bi taybetî piştgiriyeke mezin daye herêmên Mûsil û Şingalê.
Wê anî zimên ku ew armanc dikin di dema bê de jî li ser vî bingehî bixebitin û hevahengiya aborî û hevpariyê xurttir bikin.
Di xeta Hewlêr-Bexdayê de tekeziya li ser "bêalîbûnê"
Radovanê pirsa li ser îhtimala xebata hevbeş û navbeynkariya di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser mijarên wekî birêvebirina avê û nûjenkirinê jî bersivand û diyar kir ku Almanya bi her du aliyan re di nava hevkariyê de ye.
Radovanê tekez kir ku ew hem bi hikûmeta federal û hem jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixebitin û wiha axivî:
“Helbet em hêvî dikin ku bi hemû hevparên me re hevahengiyeke baş hebe û beriya her tiştî di navbera wan bi xwe de jî hevahengiyeke baş hebe lê ev pirsgirêkên navxweyî ne û em wekî Almanya di vê mijarê de bêalî ne.
Armanca me ya giştî ew e ku têkiliyên di navbera Almanya, Îraq û Herêma Kurdistanê ya Îraqê de di paşerojê de hîn zêdetir bên berfirehkirin.”
Reem Alabali Radovan kî ye?
Reem Alabali Radovan 35 salî ya ku endama Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) ye, Xiristiyaneke Asûrî ya bi eslê xwe ji Îraqê ye.
Radovana ku li Moskowê ji dayîk bûye û di şeş saliya xwe de li gel malbata xwe li Almanyayê bi cih bûye, li Berlînê zanista siyasetê xwendiye û li kampa penaberan a li bajarê Schwerînê ku zarokatiya xwe lê derbas kiribû dest bi jiyana xwe ya kar kiriye.
Radovana ku sala 2021ê wekî endama Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) hat hilbijartin û piştre erkê Komîsera Bilind a Koç, Penaber û Entegrasyonê ya Hikûmeta Federal girt ser xwe, bi Almanî, Erebî û Asûrî diaxive û bi boksorê profesyonel Denis Radovan re zewicî ye.


