Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dihokê jineke 33 salî ji ber pirsgirêkeke civakî ji aliyê birayê xwe ve bi demançeyê hat kuştin.
Berdevkê Polîsê Parêzgeha Dihokê Hêmin Silêman ragihand ku tohmetbarê bûyerê xwe radestî hêzên ewlehiyê kiriye.
Hêmin Silêman îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Îro li Dihokê di apartmanêke de tohmetbarekî bi demançeyê xwişka xwe ya 33 salî bû kuşt.
Piştî şopandineke hûr, nasnameya tohmetbar ji bo polîs û hêzên ewlehiyê hat eşkerekirin û tavilê lêgerîna li pey wî dest pê kir.”
Xwe radestî Asayîşê kir
Berdevkê Polîsê Dihokê da zanîn ku piştî demeke kurt tohmetbar xwe radestî hêzên Asayîşa Parêzgeha Dihokê kir û niha li ser bûyerê û tohmetbar lêkolîn tê kirin.
Hêmin Silêman her wiha got:
“Li ser pirsgirêka civakî xwişka xwe kuştiye.”
Lêkolîn li Beşa Polîsê Nehîştina Tawanan bi rê ve diçe
Tohmetbar bi fermana dadger û li gorî madeya 406an a Yasaya Cezadanê ya Îraqê desteserkirî ye.
Hêmin Silêman li ser rêkarên yasayî dibêje ku hemû qonaxên lêkolînê li Nivîsîngeha Nehîştina Tawanên Kuştinê ya li Beşa Polîsê Nehîştina Tawanan bi rê ve diçin da ku sedemên sereke û rastîn ên kirina tawanê bên zanîn.



