Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa balafirvaniyê ya Fly Erbilê destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Şamê de ragihand.
Ev dê bibe yekem geşta şirketên balafirvaniyê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ya bi Sûriyeyê ve piştî guherînên dawî yên li Suriyeyê.
Birêvebirê şirketa Fly Erbilê Lawend Memundî îşev ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Geştên di navbera Hewlêr û Şamê de dest pê dikin.
Ev piştî rûdanên dawî yên li Sûriyeyê û piştî destbikarbûna vê desthilata nû, yekem geşta şirketên Îraqî û Kurdistanî ye.”
“Em yekem şirketa herêmê ne ku geştan dest pê dikin”
Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi serkêşiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dawî li desthilata Beşar Esed anîbû.
Lawend Memundî li ser rewşa geştan got:
“Beriya niha ti şirketeke Îraqî tunebû ku dest bi geştên xwe bikin û tenê xeta asmanî ya Sûriyeyê hebû.
Niha Fly Erbil wekî yekem şirketa geştan ji nû ve dest pê dike.”
“Hefteyê sê caran geştên Şamê dê bên kirin”
Birêvebirê Fly Erbilê diyar kir ku wan erêkirina Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê wergirtiye û pê de çû:
“2yê Kanûna Pêşîn yekem geşta di navbera Hewlêr û Şamê de dest pê dike.
Hefteyê bê 2 geştên me yên ji bo Şamê hebin. Her wiha di meha Kanûna Pêşîn de geştên me yên ji bo bajarê Helebê jî dest pê dikin ku hefteyê 2 geşt in.”
Geştên Qamişloyê li benda vekirina balafirgehê ne
Memundî bal kişand ser geştên ber bi Rojavayê Kurdistanê ve jî û got:
“Em li benda Balafirgeha Qamişloyê ne. Kengî hat vekirin, em dê geştên xwe yên asmanî yên ji bo wir jî bidin destpêkirin.”
Li gorî agahiyên Birêvebirê Cîbicîkar ê şirketê, Fly Erbil niha geştan ji bo gelek paytext û bajarên cîhanê pêk tîne, ji wan:
Almanya (Düsseldorf, Koln, Stuttgart, Munîh, Frankfurt, Hannover, Berlîn),Holenda (Amsterdam), Danîmarka (Kopenhagen), Brîtanya (London), Tirkiye (Stenbol), Libnan (Beyrût) her wiha geştên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî dê hebin.



