Hewlêr (Rûdaw) - Serdar Yuksel di hevpeyvîneke taybet de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku tevî aloziyên li Rojhilata Navîn, Almanya dê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomîne.
Parlamenterê Almanyayê yê ji Bakurê Kurdistanê Serdar Yuksel bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re û da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê di aramkirina nakokiyên herêmî de, bi taybetî jî di pêwendiyên bi Îranê re, xwedî roleke mezin e.
Serdar Yuksel ku wekî endamê şandeya pê re ya Wezîra Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê serdana Hewlêrê kiribû, li ser hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê re got:
"Serok Nêçîrvan Barzanî li seranserî cîhanê siyasetmedarekî xwedî rûmet e.
Ji Washingtonê heta Enqere û Tehranê pêwendiyên wî yên pir baş hene.
Me jî jê xwest ku di vê pirsgirêkê de bibe alîkar da ku çareseriyeke aştiyane ji bo Îranê were dîtin."
Serdar Yuksel pêwendiyên di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê de wekî faktoreke sereke ya parastina aramiyê bi nav kir û destnîşan kir ku bêyî hevahengiya Hewlêr û Bexdayê aramî li Îraq û herêmê pêk nayê.
Rûdaw: Wezîra [Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya] Almanyayê piştî Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê kir. Serdar, ev cara yekem e ku tu li vê derê li Kurdistanê vê hevpeyvînê bi min re dikî. Ez gelekî kêfxweş im. Îro hestên te çawa ne?
Serdar Yuksel: Belê, bi rastî jî ez hest dikim ku vegeriyame mala xwe. Ev cara 25an e ku ez têm Kurdistanê. Hebûna me ya li ser vê kelayê, di landika çand û şaristaniyê de cihekî gelekî taybet e. Em gelekî kêfxweş in ku Xanima Wezîr ev serdan pêk anî û ji me parlamenteran jî xwest ku em pê re werin.
Rûdaw: Di demekê de ku rewşa Rojhilata Navîn gelekî aloz e û ji aliyê siyasî ve li Bexda û Kurdistanê jî pirsgirêk û alozî hene, tevî van hemûyan hûn hatin. Hûn dixwazin bi vê serdanê çi peyamê bidin?
Serdar Yuksel: Bê guman em dixwazin di vê qonaxa zehmet de hevxemî û piştgiriya xwe nîşan bidin. Di van mehên dawî de bi mûşekan û bi dronan zêdetirî hezar û 500 êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em bi vê serdana xwe eşkere dikin ku tevî hemû nakokiyên li cîhanê jî ji bo Almanyayê girîngî û pêgeheke taybet a Kurdistanê heye. Em dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê ducare bikin û binêrin bê em çawa dikarin hevahengiya xwe kûrtir bikin û bigihînin asteke nû.
Rûdaw: Îro we bi Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Ev hevdîtineke girîng bû, we behsa çi kir û di gotûbêja we de herî zêde giranî li ser çi bû?
Serdar Yuksel: Serok Nêçîrvan Barzanî ne tenê ji bo Kurdistanê, li tevahiya cîhanê jî siyasetmedarekî biqîmet e. Nêçîrvan Barzanî dikare di aramkirina nakokiyan de, bi taybetî jî bi Îranê re, ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane roleke mezin bilîze. Ji Washingtonê heta Enqere û Tehranê pêwendiyên pir baş ên Serok Nêçîrvan Barzanî hene. Me jî jê xwest ku di vê kêşeyê de alîkar be da ku çareseriyeke aştiyane ji bo doza Îranê were dîtin.
Rûdaw: Bi taybetî we îro behsa çi kir? Mijarên herî girîng çi bûn?
“Niha ne dema nakokiyên kesane ye”
Serdar Yuksel: Aramiya herêmî ya li deverê. Bê guman rewşa pêkneanîna hikûmetê di vê demê de mijareke gotûbêjan bû. Me xwesteka xwe anî zimên ku tevî hemû nakokiyan jî divê piştî hilbijartinan çareseriyek ji bo rewşa Kurdan hebe û pêwîst e hikûmeteke biaram were avakirin. Me ev xwestek ji Serokwezîr û ji Serokê Herêmê re jî anî ziman ku hemû hewlan bidin. Bê guman ev bangewazî ji bo YNKya li Silêmaniyê jî heye da ku ji bo çareseriyeke baş bibin alîkar, çimkî niha ne dema nakokiyên kesane ye, behsa çarenûs û paşeroja Kurdistanê tê kirin.
Rûdaw: Gelo we li Bexdayê bi Serokwezîr re behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir? Ji ber ku gelek mijarên neçareserkirî di navbera wan de hene.
Serdar Yuksel: Belê, me bi zelalî ji Serokwezîr re got ku Îraq dewleteke federal e û divê di çarçoveya sîstema federal de rêz li xwerêveberiya Kurdistanê were girtin. Divê di pişka budceya Herêma Kurdistanê de ti kêmkirin çênebe. Plan heye ku pişka budceyê ya ji sedî 17 bê kêmkirin. Me ev mijar anî ziman û em hêvî dikin ku hevkariyeke bihêz di navbera Bexda û Hewlêrê de hebe. Di vî warî de Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê her du jî roleke baş dilîzin û pêwendiyeke wan a baş heye. Ev yek ji bo aramiya herêmê pêwîst e, çimkî bêyî Hewlêr û Bexdayê li derveyî Îraqê jî aramî pêk nayê.
“Em dixwazin şirketên Almanî li Kurdistanê veberhênanê bikin”
Rûdaw: Niha piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê, artêşa Almanyayê û hêzên NATOyê, Almanya dikare çi rolekê bilîze? Almanya dikare di warê aborî û civakî de çawa piştevaniyê bide Îraq û Kurdistanê?
Serdar Yuksel: Ya girîng ew e ku me behsa babetên nû kir, ji wan jî bi Serokê Herêma Kurdistanê re. Kurdistan ji bo veberhênanê herêmeke balkêş e. Bê guman em dixwazin şirketên Almanî werin vê derê û li Kurdistanê veberhênanê bikin. Yên ku niha veberhênanê dikin xwedî derfet û îmtiyazên bacê yên wisa ne ku li cîhanê kêm peyda dibin. Em dixwazin di hemû astên çandî, zanistî û civakî de hevahengiya xwe kûrtir bikin. Ev tenê piştgiriya leşkerî nîne. Em dê di paşerojê de jî bi şêwirmendên xwe yên leşkerî li vir bimînin da ku tecrubeya xwe pêşkêşî hêzên leşkerî yên vê derê bikin.
Rûdaw: Biryar e sibe bernameyeke we ya rojekê li Mûsilê hebe. Serdana Mûsilê çi qasî girîng e, hûn dê li wir bi kê re bicivin û armanca we çi ye?
“Di serdemekê de zêdetirî milyonek Kurdî li Mûsilê dijiyan”
Serdar Yuksel: Belê, Mûsil di pêşerojê de bajarekî Kurdan bû û nabe were jibîrkirin ku di serdemekê de zêdetirî milyonek Kurdî li Mûsilê dijiyan. Lê dema ku DAIŞê Mûsil dagir kir, ew der bû sembola hovîtiyê. Bê guman berjewendiya me di wê de ye ku li duyem bajarê herî mezin ê Îraqê aramiya aborî were dabînkirin da ku xelk bi aştiyane bijî. Her wiha em dixwazin bibînin bê piştî wê wêraniyê pêvajoya jinûveavakirinê çawa dimeşe. Almanyayê di warê aborî de piştevaniyeke mezin daye Mûsilê û ez bi kelecan li bendê me ku bibînim ka dê dîtina me ya sibe li Mûsilê çawa be.
Rûdaw: Xanima Wezîr got, "Em di her şert û mercî de bi rêya jinûveavakirinê piştevaniyê didin Îraqê." Gelo Kurdistan jî dê ji vê hevkariyê sûd wergire?
Serdar Yuksel: Belê bê guman. Dema em behsa Îraqê dikin em her tim behsa Kurdistanê jî dikin. Kurdistan li vê herêmê cihê herî dawî ye ku netewe û olên cuda dikarin bi aştiyane pê re bijîn. Ev modelekî pir baş e ji bo deverên din ên vê cîhanê. Ji ber vê yekê ye ku Kurdistan balê dikişîne û hêjayî piştgiriya herî mezin e, çi ji Almanyayê çi jî ji tevahiya Ewropayê be.



