Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê wesayîteke cureyê panelvan li refûjê qelibî û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Farqîn û Amedê di kîlometreya 30î de qewimî. Panelvana bi plakaya 06 DM 3752 ya ku nasnameya şofêrê wê hîn nehatiye diyarkirin, ji kontrola şofêr derket û li refûjê qelibî.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û tîmên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 4 birîndarên di wesayîtê de piştî midaxeleyên pêşî veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.



