کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hakan Fîdan / Wêne: AA

Hakan Fîdan / Wêne: AA

Kurdistan

Hakan Fîdan: Li hemberî gavên li Şingalê em dê hêzên xwe ji Başîkê vekişînin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Fuad Onen: Çekê me serxwebûna Kurdistanê ye
Kurdistan19-11-2026

Fuad Onen: Çekê me serxwebûna Kurdistanê ye

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin
Kurdistan19-11-2026

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ew ji gavên hikûmeta Îraqê yên li ser hebûna PKKyê ya li Şingalê dilxweş in û da zanîn ku li hemberî gavên şênber ên li Şingalê, ew dê çalakiyên xwe yên li Başîkê jî qonax bi qonax bi dawî bînin.

Fîdan her wiha destnîşan kir ku di dîroka Sûriyeyê de cara yekem dayîna mafên bingehîn ên Kurdan ji bo aramiya wî welatî gelekî girîng e.

"Em ji gavên Îraqê yên li Şingalê dilxweş in"

Fîdan bal kişand ser rewşa dawî ya li Şingalê û çarenivîsa baregeha leşkerî ya li Başîkê û got:

"Em ji gavên hikûmeta Îraqê yên ji bo nemana hebûna PKKyê ya li Şingalê dilxweş in. Lihevkirina me ya ji bo bidawîanîna qonax bi qonax a çalakiyên li Başîkê li gel wan gavên şênber ên ku Îraq dê li Şingalê biavêje, nîşaneyeke zelal e ku em di pêwendiyên bi Îraqê re derbasî serdemeke nû dibin."

Fîdan her wiha piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Projeya Rêya Bipêşketinê ducare kir û anî zimên ku ev peyman û proje sûdeke mezin digihîne aramî û xweşguzeraniya herêmê.

"Dayîna mafên Kurdan ji bo aramiya Sûriyeyê girîng e"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di axaftina xwe de li ser rewşa Sûriyeyê jî sekinî û bal kişand ser rewşa Kurdan û hemû pêkhateyan:

"Sûriyeyeke ku li şûna nearamiyê piştgiriyê bide aramiya herêmê ji bo berjewendiyên me yên neteweyî girîng e.

Di dîroka Sûriyeyê de cara yekem dayîna maf û azadiyên bingehîn ji bo Kurdan, ji aliyê bihêzkirina aramiya navxwe ya wî welatî ve girîng e.

Di vê çarçoveyê de em li Sûriyeyê piştgiriyê didin sîstemeke siyasî ya giştgir ku Tirkmen jî di nav de hemû beş li ser bingeha prensîba welatîbûna wekhev bên temsîlkirin."

Fîdan polîtîkayên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî wekî yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêkanîna Sûriyeyeke aram bi nav kir û destnîşan kir ku Îsraîl bi van helwestan nikare ewlehiya xwe dabîn bike.

Nûçeyên Têkildar

Fuad Onen: Çekê me serxwebûna Kurdistanê ye
Kurdistan19-11-2026

Fuad Onen: Çekê me serxwebûna Kurdistanê ye

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin
Kurdistan19-11-2026

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn

Pirsên