کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Fuad Onen: Çekê me serxwebûna Kurdistanê ye

RÛDAW

RÛDAW

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Hakan Fîdan: Li hemberî gavên li Şingalê em dê hêzên xwe ji Başîkê vekişînin
Kurdistan19-11-2026

Hakan Fîdan: Li hemberî gavên li Şingalê em dê hêzên xwe ji Başîkê vekişînin

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin
Kurdistan19-11-2026

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Fuad Onen ragihand ku dema polîsan bi ser mala wî de girtiye wî daye zanîn ku ew şoreşgerekî Kurdistanê ye û got, "Peyama wan ew bû ku Hevbendiyê lawaz bikin lê peyama wan vala derket."

Nûnerê PÊLKURDê û Endamê Meclisa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) Fuad Onen bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser desteserkirin û berdana xwe û hevalên xwe pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de li parêzgehên Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê 14 siyasetmedar hatibûn desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî wergirtina îfadeyan hemû siyasetmedar berdan.

Hat zanîn ku piraniya siyasetmedaran li ewlehiyê îfade nedaye û Fuad Onen, Mehmet Can Azbay, Alî Oncu û Ahmet Geçer li dozgeriyê bi Kurdî îfade daye.

"Min got hûn bi hiqûqa dijminatiyê hatine"

Fuad Onen li ser serdegirtina mala xwe û helwesta xwe ya li Birêvebiriya Ewlehiyê anî zimên:

"Li malê min tiştekî wan îmze nekir û min bersiva pirsên wan neda.

Min ji wan re got 'hûn bi hiqûqa dijminatiyê hatine, ez jî bi heman awayî tevdigerim.'

Li Birêvebiriya Ewlehiyê jî ji min xwestin ku ez rabirdûya xwe bibêjim, min got kurt e, 'ez Fuadê kurê Mehmûd im, şoreşgerekî Kurdistanê me.'

Me li wir îfade neda. Pişt re em birin cem dozgerê Tirkiyeyê û li wir jî me heman tişt ducare kir."

Onen da zanîn ku piraniya wan li dozgeriyê bi Kurdî îfade daye û li pey çû:

"Wergêrek anîbûn lê mixabin ne wergêrekî jêhatî bû.

Bi taybetî bi alîkariya parêzerên me Sebahattîn Korkmaz û Mehmet Emîn Aktar gotinên min wergerandin Tirkî."

"Referansa me Referandûma Serxwebûnê ye"

Fuad Onen diyar kir ku bernameya Hevbendiyê li ser esasê Kurdistanê hatiye sazkirin û got:

"Bernameya me kurt û Kurmancî ye. Em miletek in, welatekî me heye bi navê xweş û şîrîn Kurdistan e.

Ev milet dê li vî welatî serweriya siyasî pêk bîne.

Referansa me ya herî bilind Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Em wê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê wekî referansa siyasî dipejirînin.

Referansa me ya duyem jî ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê Kurd daketin qadan û pir zelal gotin, 'yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e! Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e!'

Em pêbendî van prensîban in."

Onen destnîşan kir ku piştî ragihandina Hevbendiyê siyasetmedarên Tirkan ew kirine armanc û pê de çû:

"Gotin 'me çi anî serê Şêx Seîd Efendî û Seyîd Riza, em dê bînin serê we jî.'

Wê demê bi xala cezayê ya ku berê îdam bû dihatin tawanbarkirin ku niha kirine Madeya 302yan û muebeda giran dixwazin.

Me got em vê meydanxwendinê qebûl dikin, em neviyên wan in û çawa wan nekarî çokê li wan bidin danîn, nikarin çokên me jî deynin erdê."

"Çekê me yekîtî û serxwebûn e"

Endamê Meclisa Hevbendiyê tekez kir ku ew çîrokên aştî û biratiyê yên dewletê red dikin û got:

"Dewletek îro li 3 parçeyên Kurdistanê dagirker be û behsa aştî û biratiyê bike, em dizanin ku dixwaze miletê Kurd di warê hizrî de bê çek bihêle.

Ev 200-250 sal in em şerê dewletên dagirker dikin, di warê hizrî de em ti carî bê çek namînin.

Çekê me jî yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ye."

"Hevbendî dê bi biryardarî bixebite"

Fuad Onen eşkere kir ku ev zext dê xebatên Hevbendiyê nesekinînin û axaftina xwe wiha qedand:

"Hevbendî dê bi coş û biryardarî xebata xwe bidomîne.

Di van rojên borî de li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê piştgiriyeke gelekî xurt ji welatparêz û şoreşgeran hat.

Dewletê dît ku ev karê ku dikin êdî zererê dide wan, lewma ji Enqereyê bi talîmatê ji dozgerê Amedê re gotin 'Derhal wan berdin, ev rewş ji bo me xerab dimeşe.'

Peyama wan ew bû ku heger çend kadroyên Hevbendiyê bigirin ew dê lawaz bibin lê ji bîr kirin ku Kurd piştî her êrişê ji nû ve û ji berê xurttir radibin ser pêyan.

Ne tenê xelkê me yê nêzîkî Hevbendiyê, aliyên ku em di warê siyasî de wekî hev nafikirin jî bi xurtî piştgirî da me û li hemberî vê êrişê derketin.

Ji ber wê jî peyama wan vala derket û peyama Hevbendiyê bi ser ket."

Nûçeyên Têkildar

Hakan Fîdan: Li hemberî gavên li Şingalê em dê hêzên xwe ji Başîkê vekişînin
Kurdistan19-11-2026

Hakan Fîdan: Li hemberî gavên li Şingalê em dê hêzên xwe ji Başîkê vekişînin

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin
Kurdistan19-11-2026

HEVBENDÎ: Em dê ti carî serê xwe netewînin

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê qeza: 4 kes birîndar bûn

Pirsên