Hewlêr (Rûdaw) - Bavê nivîskar û helbestvan Eyşana Beraviyê, Ezîz Bardakçiyê ku wekî "Ezîzê Mûso" dihat naskirin, di 73 saliya xwe de koça dawî kir.
Ezîzê Mûso doh ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.
Şîna wî li Mizgefta Emînê ya li bajarê Mûşê hat danîn.
Ezîzê Mûso li herêma xwe wekî kesayetiyekî xêrxwaz û welatparêz dihat naskirin.
Piştî Komkujiya Helebceyê ya sala 1988an dema ku xelkê Başûrê Kurdistanê koçberî Bakurê Kurdistanê bû, ew li Mûşê xwedî li wan derket, ew bi cih û war kirin û gelekî piştgiriya wan kir.
Ezîzê Mûso sala 1995an ketibû girtîgehê û sala 2001ê hatibû berdan.
Ew piştî derketina ji girtîgehê heman salê koçî Ewropayê kir û sala 2021ê vegeriya welêt.
Eyşana Beravî kî ye?
Keça wî Eyşana Beravî nivîskar û helbestvaneke hemdem a Kurd e ku bi berhemên xwe yên bi zaravayê Kurmancî tê naskirin.
Eyşana Beravî sala 1990î li Mûşê ji dayîk bûye.
Wê li Zanîngeha Eskîşehîrê beşa Civaknasiyê xwendiye.
Eyşana Beravî zewiciye, dayîka 2 zarokan e û li bajarê Mûşê dijî.
Helbest û nivîsên wê di gelek kovarên wêjeyî de hatine weşandin.
Çîroka wê ya bi navê "Çavê Pacê" li 5 zimanan hatiye wergerandin û bi vê berhemê ji bo Mala Wêjeyê ya Osloyê (Oslo Literature House) hatibû vexwendin.
Pirtûka wê ya yekem a helbestan a bi navê "Ya Ba Ye Ya Baran e" sala 2019an ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin.
Romana wê ya bi navê "Bihuşta Xezalan" sala 2020î dîsa ji Weşanxaneya Lîsê derket.
Dîwana wê ya helbestan a bi navê "Du Mohrên Nexwendî" Sibata 2024an ji Weşanxaneya Zîzê û romana wê ya dawî "Nowa" jî sala 2025an ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat weşandin.



