Hewlêr (Rûdaw) – HPGya baskê leşkerî yê PKKyê ragihand ku 8 gerîlayên wan ên ji Rojhilatê Kurdistanê di demên cuda de canê xwe ji dest daye û agahiyên nasnameyên wan eşkere kirin.
PKKya ku ragihandibû li gorî biryara kongreya Gulana 2025an xwe fesix kiriye û çek danîne, nasnameyên 8 gerîlayên xwe yên ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo raya giştî eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de agahiyên wan gerîlayên, dîrokên tevlîbûna rêxistinê, vîdeo û wêneyên wan hatin belavkirin.
Hemû ji bajarê Selmasê ne
Endamên ku nasnameyên wan hatine eşkerekirin hemû ji bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ne û di demên cuda de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya HPGyê agahiyên nasnameyên wan bi vî rengî ne:
- Rehîm Pijhan bi nasnavê “Serhildan Selmas”, 28ê Sibata 2007an li herêma Zagrosê
- Tohîd Ehmedî bi nasnavê “Rodî Gabar”, 16ê Îlona 2018an li Xakurkê
- Elyas Delayîmîlan bi nasnavê “Rojhat Selmas”, 1ê Sibata 2008an li Xakurkê
- Hisên Nasirî bi nasnavê “Cûdî Şikakî”, 8ê Gulana 2017an li Zapê
- Hisên Cewabî bi nasnavê “Şerîf Stêrk”, Kanûna Pêşîn a 2019an li Avaşînê
- Sohrab Xalîdî bi nasnavê “Cîgerxwîn Zagros”, 4ê Adara 2014an li Qendîlê
- Nîgîn Elîzade bi nasnavê “Şînya Cûdî”, 2yê Tebaxa 2019an li Heftanînê
- Emrah Emûzade bi nasnavê “Welat Ozgur”, 6ê Nîsana 2018an li Xakurkê canê xwe ji dest daye.



