Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNK li ser asta polîtburoyê dicivin.
Endamê Serkirdayetiya YNKyê Dara Reşîd ji Nûçegihanê Rûdawê yê li Silêmaniyê Pêşewa Bextiyar re ragihand:
"Civîn dê li Hewlêrê be ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve Dr. Yûsif Goran û Dr. Rêwas Fayeq, ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve jî Dr. Piştîwan Sadiq û Kak Mehmûd Mihemed beşdar dibin."
Dara Reşîd amaje bi wê yekê jî kir û got, "Lidarxistina civînê destpêkek e û înşalah dê bi wê arasteyê ve biçe ku di berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê de be."
“YNK xwe wekî xwediyê hemû Kurdistanê dibîne”
Nûçegihanê Rûdawê Ji Dara Reşîd pirsî "Gelo YNK bi niyet e Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê cuda bike?"
Dr. Dara Reşîd ku di heman demê de Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê ye ji Rûdawê re got:
"Na, YNK xwe wekî xwediyê hemû Kurdistanê dizane. Îro bibîranîna Roja Şehîdên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye.
Li her çar parçeyên Kurdistanê cihekî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tê de xwîn nerijandibe û şehîd nedabin nîne.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwe wekî xwediyê hemû Kurdistanê dizane lê tiştê ku em dixwazin hikûmraniyeke baş û rast e ku xizmetkarê hemû xelkê Kurdistanê be."


